Şer derbasî nava taxên Minbicê bûye

Şervanên Meclîsa leşkerî ya Minbicê, piştî ku derbasî nava taxên bajêr bûn, li hemberî çeteyên DAIŞ'ê dest bi şerê sîng bi sîng kirin.

Piştî rizgarkirina Embarên Genim ên Minbicê ango piştî şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê derbasî nava taxên bajarê Minbicê bûn, êdî şerê dijwar ê sîng bi sîng destpê kir.

Şerê dijwar li nava kolanan dewam dike û şervanên Minbicî gav bi gav bi pêş de diçin.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ji bo zerar negihêje sivîlan û sivîlên ji aliyê çeteyan ve dîl hatine girtin rizgar bikin, bi hesasiyeteke mezin tevdigerin.