Li gundê Kerwas ê Licê 90 xanî ji hêla çeteyên Qesrê hatin valakirin

Çeteyên Qesrê li gundê Kerwas ê Licê 90 mal vala kirin û ew der dagir kirin.

Çeteyên Qesrê li gundê Kerwas ê Licê 90 mal vala kirin û ew der dagir kirin.

Li Licêya Amedê ya ku operasyon û êrîş lê didomin, bi polîtîkayên xalîbûna ji mirovan gund tên valakirin. Li gundê Kerwasê nêzî 90 mal ji hêla çeteyên Qesrê ve bi darê zorê hatin valakirin. Hat zanîn ku çeteyên Qesrê yên gund dagir kirine ji gundiyan re gotine, "Wê şer destpê bike. Em ê operasyoneke berfireh bikin. Em ji ewlehiya we ne berpirsiyar in" û bi vî awayî bi darê zorê gund dane valakirin.

Li gundê ku têketin û derketin lê tune ye, gundiyên ku wesayît peyda nekirin duh bi traktoran bi zorê ji gund hatine derxistin.

Her wiha li gel gefxwarinan jî çend malbatan gundê xwe neterikandine. Li gel vê bi sedan welatiyên ku li mezrika Mehlê ya gundê Kerwasê bi heman rewş û êrîşan re hevrû ne. Welatiyên li vir, diyar kirin ku li hemberî Licê lîstikên mezin hene.