'Ji bo azadiya Ocalan em ê têkoşîna xwe mezintir bikin'
Gerîlayên HPG/YJA Starê yên li Mexmûrê, der barê tecrîda li ser Ocalan de axivîn û gotin, "Armanca me ya herî mezin, pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê me ye." Gerîlayan diyar kirin, heta bicihanîna vê armancê, ew ê têkoşîna xwe mezintir bikin.
JIYAN TÊKOŞÎN/HÊVÎDAR RIZGAR
MEXMÛR
sêşem, 28 pûşperê 2016, 07:18
Gerîlayan destnîşankirin, Ocalan navnîşana derketina Tirkiyeyê ya ji nava koasê ye û diyar kirin, ew ê ji bo azadiya Ocalan hîn bêhtir şer bikin.
TECRÎD DI ŞEXSÊ RÊBERÊ ME DE LI DIJÎ TEVAHIYA GELÊ ME HATIYE KIRIN
Gerîlaya YJA Starê Nûjîn Makû da xuyakirin, ku tecrîda şidandî ya li ser Ocalan ev saleke hatiye girankirin.
Makû da zanîn, ev tecrîd ne tenê li hemberî Ocalan e, li dijî gelê Kurd û hemû gelên bindest e û got, "Di şexsê Rêberê me de dixwazin hêza gelê Kurd bişikînin. Lê, hem weke gel hem jî weke tevgerê em di dema xwe ya herî xurt û nêzî serketinê de ne. Hêrsa me û daxwaza me ay serketinê ji her demê zêdetir e."
Makû anî ziman, azadiya fîzîkî ya Ocalan wan armanca wan a bingehîn e û got, "Weke gerîlayên YJA Starê, ji bo azadiya fîzîkî ay Rêberê me, em ê hê bêhtir bikevin nava hewldanan. Di vî warî de ya ji destê me tê, em ê zêdetir bikin. Û em ê ji aliyê fîzîkî ve Rêberê xwe azad bikin. Armanca me ya sereke ev e. Ji bo vê jî bêrawestan em ê têbikoşin, şer bikin."
ÇARESERIYA YEKANE YA PIRSGIRÊKÊN LI ROJHILATA NAVÎN, RÊBERTÎ YE
Ji gerîlayên YJA Starê Hêvîdar Cûdî destnîşan kir, ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalanl û azadiya wî, divê herî zêde jin têbikoşin.
Cûdî bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk ên ji bo tinekirina Kurdan û got, "Gelê Kurd bi berxwedaneke bêeman ev êrîş pûç kir. Li ku dibe bila bibe, serketin her tim a gelê Kurd e."
Cûdî axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn Rêbertî ye. Lewma sedema kaosa heyî ji qutkirina hevdîtinên bi Rêbertî re cihê nîne. Bi tenê Rêbertî dikare vê kaosê çareser bike. Ji ber ku yekane çavkaniya çareseriya hemû pirsgirêkan, Rêberê me ye. Pêwîste Rêbertî di nava gel de be. Ev tecrîd sûcekî mezin ê li dijî mirovahiyê ye. Bi taybetî, me ciwanan xwe bi Rêbertî nas kir. Em dixwazin wî li gel xwe bibînin."
Cûdî da zanîn, ew ê ji bo azadiya Rêberê xwe heta dawiyê li ber xwe bidin û wiha dewam kir: "Rêberê me bi tenê ji aliyê fîzîkî ve li Girava Îmraliyê ye. Ji aliyê raman ve di mejiyê gerîla û gelê Kurd de ye. Ya rast, Rêbertî timî bi me re ye. Jiyan û hîskirina Rêbertî gelekî girîng e."
TECRÎDA LI SER RÊBERTÎ, SEDEMA HERÎ MEZIN A BERXWEDANA ME YE
Gerîlayê HPG'ê Bawer Çewlik jî da xuyakirin, ku sedema bingehîn a çaresernekirina pirsgirêken li Kurdistanê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, "Sedema komkujiyên heyî yên li Bakurê Kurdistanê û qutkirina hevdîtinên bi Rêbertî re ji hev ne cuda ne. Mîna komkujiyên li Cizîr, Sûr û Nisêbînê, şer û kaosa heyî, encameke tecrîda şidandî ye."
Çewlik di dawiya axaftina xwe de got, "Ji bo pêkhatina azadiya fîzîkî ya Rêberê me, çi ji destê me bê em ê zêdetir bikin. Lewma, ji bo rabûna bi roleke çalak, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin."