YPG: Êrîşên komên çete yên di bin banê Koalîsyona Sûriyeyê de berdewam in

YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî têkildarî êrîşên komên çete yên bi ser şervanên wan de agahî da û got bi tevahî 3 çete hatine kuştin.

YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir, êrîşên komên çeteyan ên di bin sîwana Koalîasyona Sûriyeyê de cih digirin êrîşên xwe berdewam dikin û komên çete yên bi navê; ‘’ Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16'an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suruye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13emîn, Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî’’ li dijî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê êrîşên xwe bi berdewamî didomînin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî êrîşên komên çete yên 27’ê Hezîranê bi ser Eşrefiyê de aniye 1 çete hatiye kuştin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin: “Çeteyan 28’ê Hezîranê di saetên şevê de ji herêmên Muselles, Eşrefiyê û Seken Şebab bi topên hawan û cehenemê li dijî Taxa Şêx Meqsûdê bombebaranek lidarxistin.

Komên çeteyan hewl dan 28’ê Hezîranê li dijî gundên Maranez û Eyn Deqnê ya Efrînê êrîşê li dar bixin. Piştî bersivdayina hêzên me li qadê şer rû da. Di vî şerî de 2 maşîneyên çeteyan hatin derbkirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a li vê herême nehat zelalkirin. Komên çeteyan heman rojê saet 19.00'an de jî ji çeperên xwe yên nêzî Ezazê bi maşîneyê êrîş birin li ser çeperên hêzên me.’’

YPG’ê di daxuyaniyê de her wiha diyar kir ku 28’ê Hezîranê saet 04.30’an şervanên wan ên Erka Xweparastinê li Başûrrojhilatê gundê Mekmenê li dijî çeteyan operasyonek pêk anîne û di encamê de 2 çete kuştî ketine destên wan û her wiha dest li ser 2 klêş, cebilxaneya van çekan û 2 bêtel jî danîne. Di berdewamiyê ev hatin gotin: ‘’27ê Hezîranê di saetên şevê de çeteyên DAÎŞ’ê ji çeperên xwe yên Cerablûsa Jêrîn bi çekên giran êrîş birin li ser bajarokê Şêxler ê dikeve Başûrrojavayê Kobanê.”