Li Minbicê şerekî dijwar diqewime
Li xaçerêya El-Metahîn a Minbicê, di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û komên çeteyên DAIŞ'ê de şerekî tund diqewime.
Li xaçerêya El-Metahîn a Minbicê, di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û komên çeteyên DAIŞ'ê de şerekî tund diqewime.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên DAIŞ'ê de li xaçerêya El-Metahînê ku 1 km’yê li bakurê bajêr e, şer didome.
Ku xaçerê were azadkirin şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê wê ketibin navenda bajêr. Piştre jî wê operasyona paqijkirina navenda bajêr ji çeteyan destpê bike.
Operasyona Fermandar Şehîd Ebû Leyla ya Azadkirina Minbicê di roja 29’an de ye.