Hate diyarkirın ku çend kêlî beriya fitarê, saet 19.30’an komên girêdayî qaşo ‘Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê’ êrîş kirin, 12 welatî bi giranî birîndar kirine ku 6 jê zarok in û ev êrîş hê jî didomin.
Hate ragihandın ku di kêliyên beriya fitarê, saet 19:30’an komên çeteyên girêdayî Koalîsyona Sûrî ku li nuqteyên weke Çerxerêya Cindul, Bistan Başa, Seken El-Şebabî û Benî Zeyd xwe bi cih kirine, bi top û mûşekên destsaz heremên sivîl ên li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê bi dijwarî bombebaran kirin. Di encama van êrîşan de, di nav de 6 zarok, 12 welatiyên sivîl bi giranî birîndar bûne.”
Navê hin kesên birîndarbûyî wiha ne:
Enwer Selah (10)
Besar Cûneyd (10)
Hemîd Hesen
Hesen Bilal
Elî Mihemed
Heyat El-Îsa
Elî El-Hemadî (9)
Rifet
Seîd
Hate diyarkirin ku gulebarana li ser taxê heta niha jî dewam dike.