'Xwe da ber zarokên Cizîrî'

Alî Firat Kalkan ê piştî îlana xwerêveberiyê çû Cizîrê û dest bi karê akademîk kir, yek ji kesên li jêrzemînan hat qetilkirin e. Alî Firat li dijî êrîşên li Cizîrê digot, 'divê tiştek bê kirin'. Bira û hevalê wî yê li dibistanê qala Alî Firat kirin.

Yek ji kesên li jêrzemînên li Cizîrê jiyana xwe ji dest da Alî Firat Kalkan e. Kalkan di sala 1991'ê de li navçeya Şax a Wanê ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî cerdevanî qebûl nekir, bi zorê ji gund hat derxistin û gundê wan hat xerakirin.

Kekê wî Sabrî Botan berî bîst û yek salan tevlî nava refên PKK'ê bûbû. Tevlîbûna kekê wî, polîtîkayên sirgûn û asîmîlasyonê bandoreke kûr li Alî Firat kir û jiyana xwe li gorî vê yekê zelal kir.

Piştî ku lîse qedand, qeyda xwe li Zanîngeha Mûgla cihê ku Şerzan Kûrt di sala 2011'an de lê hat qetilkirin, çêkir.

Navê xwe yê di nasnameyê de 'Abûzer' piştî ku dest bi zanîngehê kir weke navê 'Alî Firat' guherand, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wextekê di nivîsên xwe de bi kar danî.

Alî Firat li zanîngehê cihê xwe di nava xebatên DEM-GENÇ'ê de girt û piştî demeke kurt bû pêşengê xebatên ciwanan ên li Mûglayê.

Alî Firat gotina "Eger hûnê karekî bikin, herî baş bikin" a Abdullah Ocalan ji xwe re kir felsefe û bi zîrekî, parvekirin û dilnizmiya xwe bû pêşengê xebatên ciwanan.

Alî Firat ê gelekî bi jiyanê ve dilsoz bû, li hemberî êrîşên li dijî Cizîrê got, 'Divê tiştek bê kirin'. Bi vî rengî berê xwe da Cizîra ku hevalên wî Kader Koç û Fatma Demîr lê hatin qetilkirin.

Birayê wî Bariş Kalkan diyar kir, kekê wan ê tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû gelekî bandor li Alî Firat kir û anî ziman, ziman, wî di salên lîseyê de dest bi têkoşînê kir. Kalkan got, "Di dema zarokatiya xwe de jî xwedî kesayetekî parvekirinê bû û bi hevalên xwe ve bû. Neçar ma bû di emrekî biçûk de bixebite. Di navbera me de emrekî zêde tinebû, em bi hev re mezin bûn. Min timî kincên wî li xwe dikir. Cara yekemîn min îsal ji xwe re kinc kirî, ji ber ku Alî Firat nîne. Cizîr ji bo wî cihekî cuda bû. Timî qala Cizîrê dikir. Digot divê paytexta Kurdistanê Cizîr be. Her tim qala xwerêveberiyê û xendekan dikir. Bi derdora xwe re li ser vê daxivî."

'LI CIZÎRÊ GELEKÎ KÊFXWEŞ BÛ'

Kalkan diyar kir, kekê wî beriya ragihandina qedexeya derketina derve çû Cizîrê û destnîşan kir, ku timî qala girîngiya xwedîderketin û pêşvebirina qadên xwerêveberiyê dikir. Kalkan got, "Dema li Cizîrê bû em bi rêya telefonê bi hev re daxivîn. Min dizanîbû ku ew li wir gelekî kêfxweş e. Dengê wî şa bû û timî dikeniya. Dixwest li qadên xwerêveberiyê karekî akademîk bike. Hez ji karê li nava gel dikir. Rojekê xwişka me ya mezin jê re got, 'Êdî vegere, tu çima çû wê der'. Alî Firat jî jê re got, 'Ez hatim vê derê Mem û Zîn ziyaret bikim, bi hêsanî venagerim'. Rûyê wî timî li ken bû. Gelekî kêfxweş bû. Qala zarok û dayikên li wir dikir. Digot, xwerêveberî li vir bi cih tê. Ti carî moralê wî neket. Dema qedexeya derketina derve destpê kir, ji me re gotibû 'Em bi hev re hatine vê derê, em ê bi hev re derkevin'. Çeka wî tinebû; lê xwe da ber gelê Cizîrê."

'JI BER ŞERZAN MÛGLA XWESTIBÛ'

Hevalê Alî Firat ê li dibistanê Mûhammed Yildirim anî ziman, ku Alî Firat xwendekarekî dilnizm bû û got, "Dema nû aht dibistanê, hema yekser ji hevalên ji herêmê hatin re bû alîkar. Gelekî hez ji alîkariya ji bo wan dikir. Ji wan re qala Mûglayê, qala dibistanê dikir. Jiyaneke pak û bi rêk û pêk a wan hebû. Jiyana wî ya li malê, timî bi hevalên wî re derbas dibû. Dihat malê, dema cihê lê razanê tinebû, li ser haliyê radiket û li hevalên xwe difikirî. Li dibistanê bûbû mirovekî gelekî civakî. Bi tenê tiştek nedikir; timî hevalên xwe tevlî karê xwe dikir. Gelekî xweş bi gogê dilîst. Şehadeta Şerzan Kûrt gelekî bandor li wî kiribû. Lewma Mûgla xwestibû. Li komeleya xwendekaran dixebitî û hevalekî gelekî serketî bû. Têkoşîna azadiyê di dilê wî de timî hesret bû."

'TIMÎ QALA CIZÎRÊ DIKIR'

Yildirim da zanîn, Alî Firat timî qala Cizîr dikir û got, "Bi ragihandina xwerêveberiyê ve Alî Firat ji bo karê akademîk çûbû. Li ser rê û rêbazên pêkhatina xweseriyê dixwend. Herî dawî, ji bo dîtina li cih çû û hat qetilkirin. Me dizanîbûn ku ew li wir gelekî kêfxweş e. Hewl da li ser xetekê bijî û bi vî rengî tevlî karwanê nemiran bû. Bi xemsarî nêzî Cizîrê nebûbû. Gelekî hez ji zarokan dikir. Dayika Taybet gelekî bandor lê kiribû. Nikarîbû wijdanê xwe ji nedîtî ve bê. Nikarîbû neheqî qebûl bikira."