Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê avabûna PADÊ pîroz kir

Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê bi daxuyaniyekê damezrandina Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) pîroz kir û got, "Ev yek nîşaneya rêxistinbûna civaka Êzidî ya li ser felsefeya Rêber Apo ye."

Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê bi daxuyaniyeke nivîskî, damezrandina Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) ku di kongreya 25'ê Hezîranê ya li Şengalê de biryara damezrandina wê hat dayîn, pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku ev gav nîşaneya rêxistinbûna civaka Êzidî li ser felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û hat gotin, "Dem ne dema 8'ê Tebaxa 2014'an de. Ne dema beriya 3'ê Tebaxê ye. Êzidî ne Êzidiyên beriya fermanê ne. Îro Êzidî bi hêz in,  bi rêxistin in. Bi saya felsefeya Rêber Apo û tevgera azadiyê qedera xwe xistine destê xwe. Azadî, xweserî û statuya Şengalê wê li ser felsefeya Rêbe Apo bê avakirin."

Meclîsê bang li hemû partiyên Kurd kir ku piştgiriyê bidin Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan û got, "Ji ber ku Şengal bê Kurdistan nabe, Kurdistan jî bê Şengal nabe."