Operasyonên leşkerî hatin protestokirin

Operasyonên leşkerî û “Qedexeya derketina kolanan” a ku li navçeya Licê ya Amedê hatî îlankirin ji aliyê Platforma Demokrasî û Kedê ya Amedê ve hate protestokirin, bal hat kişandin ku operasyon welat ber bi zinar û tarîtiyê ve dibin.

Yekîtiya Platforma Demokrasî û Kedê ya Amedê, piştî qedexeya kolanan a li ser bi dehan gundên girêdayî navçeyên Licê, Karaz, Pasûr û Farqînê, bomberdûman û operasyonên leşkerî protesto kirin. Di daxuyaniyê de ku li pêşiya avahiya AZC Plazayê  hat dayîn,  gelek kes amade bûn. Girseyê li ser rêya ku li gel wesayîtên zixî yên ji aliyê polîsan ve hatî dorpêçkirin kom bûn. Girseyê dirûşmeyên mîna “Licê îsyan e, ji bo Kurdistanê silav e” û “Kurdistan wê ji bo faşîzmê bibe goristan” qîr kirin. Li ser navê Platformê Kamûran Taş daxuyanî da û diyar kir ku şerê ku ev 40 sal in li Kurdistanê tên meşandin yek ji pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê ye, dibe sedem ku pirsgirêk hê kûrtir bibe.

Taş bal kişand ser çapemeniya alîgir a AKP’ê û bi nivîsînê xwe yên mîna ‘Tetîkcî’ Licê kirin hedef, bi deh hezar leşkeran ve opersyon dane destpêkirin. Taş wiha anî ziman: “Bi van operasyonan gundên me, xwezaya me dişewitînin, ev êrîş salên 90’î jî derbas kirin û ziyanek pir mezin dide. Armanca wan bêmirovkirina herêmê ye. Bi van operasyonan hewl didin ku welat parçe bikin û bibe sedema bûyerên hê mezintir. Ev oparesyona ku bi sedema înadê tê lidarxistin, ev bi zelalî tê dîtin ku welat ber bi zinar û tarîtiyê ve dibe.” Taş destnîşan kir ku weke hêzên Kedê û Demokrasiyê li dijî şer, wê parastina aştî û diyalogê bidomînin.