Şehîdgeha Şehîd Dijwar a Hesekê

Şehîdgeha Şehîd Dijwar a li Hesekê di sala 2013'an de ava bû û navê şehîdê destpêkê yê lê hat veşartin, lê hat kirin. Şervanê YPG'ê Rustem Hesekê yê di avakirina şehîdgehê de cih girt, qala çîroka vê şehîdgehê kir.

Şoreşa Rojava, ji destpêkê ve bi parastina aktîf a li hemberî êrîşên çeteyê pişta xwe dispêrin dewleta Tirk, her bi pêş de diçe. Di vê pêvajoya parastina aktîf a li hemberî êrîşên çete û hêzên herêmî de bi hezaran şehîd hatin dayîn. Li her bajarî şehîdgehek ava bû. Şehîdgeha Şehîd Dijwar a li bajarê Hesekê jî yek ji van şehîdgehan e.

Ev şehîdgehên ku bi hurmeta Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn dide şehîdan ava bûn, di heman demê de nîşaneya şênber a berdêlên giran ên Şoreşa Rojava ne.

Şehîdgeha Şehîd Dijwar a li Hesekê di sala 2013'an de ava bû û navê şehîdê destpêkê yê lê hat veşartin, lê hat kirin. Şervanê YPG'ê Rustem Hesekê yê di avakirina şehîdgehê de cih girt, qala çîroka vê şehîdgehê kir.

Rustem Hesekê da xuyakirin, ku piştî dayîna şehîdê destpêkê wan biryar dane li Hesekê şehîdgehê ava bikin û got, "Rêxistinbûyîna me ya bi lez û bez, Erebên neteweperest aciz kri. Êrîş kirin û di encama van êrîşan de hevalê Delîl şehîd ket. Bêguman piştre şer derket. Zêdeyî 15 hezar kes tevlî merasîma cenazeyê hevalê Delîl bûn. Hingî şehîdgeha me tinebû û cenaze birin Amûdê. Di merasîmê de dayika şehîd Delîl ji gel re daxive û dibêje, 'Bila kurê min diyarî Rêber Apo be'. Vê yekê bandoreke erênî hem li gel kir, hem jî li hêzên YPG'ê kir. Moraleke gelekî mezin da me.

Beriya şehadeta hevalê Delîl, baweriya me ya bi hêza xwe qels bû. Hesekê cihekî ku rejîm lê serdest bû. Ji me hebû ku Hesekê herî zêde bibe cihekî mîna Kerkûkê û timî weke cihekî bi pirsgirêk bimîne. Lê piştî şehadeta hevalê Delîl me digot, 'Em ê Hesekê bi temamî azad bikin. Ji ber ku êdî xwîna me li Hesekê rijiya ye.' Di wê demê de me biryar da amadekariya şehîdgehe bi vî rengî bikin. Em li cih geriyan û malbatekê erdê xwe yê li gundê Dawidiyeyê ji bo şehîdgehê bexşand."

'YÊ KU DI DESTPÊKÊ DE LI VÊ ŞEHÎDGEHÊ HAT VEŞARTIN, HEVALÊ DIJWAR BÛ'

Rustem Hesekê da xuyakirin, ku piştî dayîna şehîdê destpêkê wan dest bi amadekariya avakirina şehîdgehê kirine, lê di vê demê de tam nekarîne ava bikin û anî ziman, wan şehîdê duyemîn li vê axa ji bo şehîdgehê hat bexşandin, spartine axê. Hesekê axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Demeke kurt piştî şehadeta hevalê Delîl teqînekê rû da û hevalê Dijwar şehîd ket. Çeteyan li asayîşê bombe teqandin. Şehîd Dijwar hevalekî Ermenî bû. Piştî ku ev heval şehîd ket, me ew bir li erdê ji bo şehîdgehê hatibû dayîn, veşart. Şehîdê destpêkê yê asayîşa Hesekê ye. Piştre xwişka hevalê Dijwar şehîd ket. Ew jî endama YPJ'ê bû. Dûre hevalê Memo şehîd ket, me ew jî li wir spartin axê. Paşê me cenazeyê hevalê Delîl anîn wê şehîdgehê. Ji ber ku di destpêkê de cenazeyê hevalê Dijwar li wê şehîdgehê hat veşartin, navê wê bû Şehîdgeha Şehîd Dijwar. Li Rojava çandeke bi vî rengî heye. Li şehîdgehekê kîjan şehîd di destpêkê de lê bê veşartin, navê wê/î lê tê kirin."

'ME HESAB NEDIKIR, ŞOREŞ EWÇEND BI XWÎN DERBAS BIBE'

Rustem da zanîn, bi pêşdeçûna şoreşê ve êrîş jî giran bûn, li her devera Hesekê şer rû da, gelek hevalên wan şehîd ketin û li vê şehîdgehê hatin veşartin. Hesekê diyar kir, di rewşa heyî de wan zêdeyî 210 şehîd li Şehîdgeha Şehîd Dijwar veşartine û got, "Xebatên ji bo mezinkirina şehîdgehê dewam dike. Malbatê dema erdê xwe ji bo şehîdgehê bexşand, ewilî weke cihekî gelekî mezin bi me dihat. Me texmîn nedikir ku şoreş ewçend bi xwîn derbas bibe, ewqasî şehîdê bê dayîn. Lê belê bi pêşdeçûna şoreşê ve êrîş jî zêde bûn. Piştre hevalên li Hesekê şehîd ketin û yên ji Hesekê çûn li herêmên din şehîd ketin, li vê şehîdgehê hatin veşartin. Ji 52 kesên di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî pîrozbahiya Newrozê ya li taxa Muftî de şehîd ketin, cenazeyên 29 ji wan li Şehîdgeha Şehîd Dijwar hatin veşartin. Li vê şehîdgehê 7 şehîdên Kobanê hene. 17 heval di teqîna li Navendê de şehîd ketin. Şehîdgeha me bi vî rengî mezin bû."

'NÎŞANEYA BERDÊLÊN GIRAN ÊN ŞOREŞÊ YE'

Rustem Hesekê ragihand, ew jî û Hesekêyî jî timî tên ziyareta vê şehîdgehê û destnîşan kir, şehîdgehên wan, dilsoziya bi nirxên şoreşê zêdetir dikin. Hesekê da zanîn, wî bi gelek şervanên YPG'ê yên li Şehîdgeha Şehîd Dijwar hatine veşartin li eniya şer bi hev re têkoşiya ye û got, "Gelek hevalê li kêleka min şehîd ketin, li vê şehîdgehê hatin veşartin. Car carna ez têm vê derê ziyareta wan. Bi xwîna wan ev şoreş bi pêş de diçe. Şehîdgeha me me her roj silav dike û dilsoziya me ya bi nirxên me ve zêdetir dike. Ya ku bi hêsanî bi dest dikeve, bi hêsanî jî ji dest diçe. Lê weke gel ji bo azadî û mafên xwe em berdêlên giran didin. Û ji bo parastin û pêşvebirina wê pêwîstî bi çi hebe, em ê wê bikin. Şehîdên me û şehîdgehên me nîşaneya şênber a vê yekê ye."