Ayhan: Divê tecrîda li ser Ocalan demildest bê bidawîkirin

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan destnîşan kir ku divê demildest tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û diyar kir, li dijî Ocalan sûcekî mirovahiyê pêk tê.

Sûcê mirovahiyê yê bi tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku navnîşana çareseriya pirsgirêka Kurd e, di şertên girankirî de tê domandin. Tecrîda li ser Ocalan ku tevî ti bingehê xwe yê qanûnî nîne jî bi binpêkirina peymanên navneteweyî pêk tê, wek dewama polîtîkayên şerên qirêj ên di şexsê Ocalan de li dijî têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd dom dike. Ji Ocalan ku ji 27’ê Tirmeha 2011’an ve bi parêzeran re, ji Cotmeha 2014’an bi malbatê re û herî dawî ji ji 5’ê Nîsana 2015’an ve bi Heyeta Îmraliyê re têkîliyên wî hatin qutkirin, zêdetirî salekê ye bi ti awayî agahî jê nayê girtin. Tecrîda girankirî ya li ser Ocalan ku bi milyonan mirov ji ber jiyana wî bi fikar in, bi hincetên şertên hewayî, keştî xirabe ye, êdî bûye polîtîkayek. Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan li dijî vê tecrîda ku AKP/Qesr li dijî Ocalan didomîne nerazîbûn nîşan da, têkîldarî mijarê ji ANF’ê re axivî. 

‘TIRKIYE BI AWAYEKÎ BÊHIQÛQ DIKEVE SÛC’

Ayhan destnîşan kir ku tecrîda li dijî Ocalan sûcê mirovahiyê ye. Ayhan bal kişand ku di şexsê Ocalan de polîtîkayên qirêj tên praktîzekirin, anî ziman ku di vê xalê de her cure bêhiqûqiyê bi kar tînin. Ayhan bal kişand ku tevî bi çendan caran parêzerên Ocalan serlêdan kirine jî encam negirtine, got ev pêkanîn ne di raya giştî ya Tirkiyeyê ne jî ya navneteweyî de nayên qebûlkirin. Ayhan bi bîr xist ku her li kû dibe bila bibe, mafên parêzeran ên hevdîtina muwekîlan heye, wiha pê de çû: “Lê, parêzerên Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ji vê mafî bêpar hatine hiştin. Tirkiye, bi awayekî bêhiqûq van mafan binpê dike û dikeve sûc. Dîsa, ji sala 2014’an ve hevdîtinên bi malbatê re jî bi awayekî derhiqûqî tên astengkirin.”

‘TECRÎD BI OCALAN RE LI SER GELÊ KURD TÊ MEŞANDIN’

Ayhan bal kişand ser pêvajoya çareseriyê ku sala 2013’an di pêşengiya Ocalan de destpê kir, diyar kir ku heyetên di vê pêvajoyê de diçûn gel Ocalan jî ji 5’ê Nîsana 2015’an ve destûra çûyina Girava Îmraliyê nayê dayîn. Ayhan ragihand ku wek HDP’ê tevî bi çendan caran li Meclîsê daxwaza hevdîtina bi Ocalan re kirine jî ji aliyê dewletê hatine astengkirin, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve esas li ser tevahî gelê Kurd tecrîd pêk tê. AKP/Qesr, li Girava Îmraliyê konseptek taybet xistine meriyetê. Bi salan e, li Girava Îmraliyê bi sîstemek cuda ve pêkanîn dewam dikin. Ev rewş nayê qebûlkirin û bi taybet jî dive baş bê dîtin ku ev têkîliya xwe bi şerê qirêj ê li Kurdistanê tê meşandin re heye.”

‘TEMAMÎ FEDAKARIYÊN OCALAN JI ALIYÊ AKP/QESRÊ HATE PAŞGUHKIRIN’

Ayhan bi bîr xist ku Ocalan ji aliyê bi milyonan mirovî ve wek Rêber tê qebûlkirin, diyar kir ku di dilê gelên Rojhilata Navîn û gelê Kurd de Ocalan xwedî cihekî mezin e. Ayhan der bir ku ji 2013’an heta 2015’an ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêvajoyek diyalogê dom kir, îfade kir ku di vê merheleyê de Ocalan rolek mezin lîstiye û domahiya 2 salan de ti mirov nemirine û her wiha guleyek jî nehatiye teqandin. Ayhan destnîşan kir ku atmosfera aştiyê tenê bi saya hewldanên Ocalan pêk hatine, wiha dewam kir: “Birêz Ocalan çiqasî ji destan hat, ewqasî bi fedakariyek mezin û berpirsiyartiyekê hewl da vê pirsgirêka dîrokî çareser bike. Ji bo tundiya li Tirkiyeyê bi dawî bibe, daxuyaniyek cîdî dan. Lê mixabin, temamî fedakariyên Ocalan ji aliyê AKP/Qesrê hatin paşguhkirin.”

 ‘AKP/QESR JI BILÎ RAKIRINA TECRÎDÊ NE XWEDÎ TI VEBIJÊRKAN E’

Ayhan destnîşan kir ku divê demildest tecrîda li ser Ocalan bê rakirin, diyar kir ku pêwîst e ji nû ve pêvajoya çareserî û muzakereyan destpê bike. Ayhan anî ziman ku dive bi lezgînî aştî û çareseriyek mayinde pêş bikeve, wiha dewamî da axaftina xwe: “Pirsgirêka Kurd ne ew pirsgirêk e ku bi tundî, şer, kuştinê bê çareserkirin. Firsendek mezin li ber me heye û ji bo nirxandina vê şansê dive tecrîda li Ocalan were rakirin. AKP/Qesr ji bilî rakirina tecrîdê ne xwedî ti vebijêrkan e. Bendewariya gelên me yên Tirkiye û Kurdistanê ew e ku bi Ocalan re pêvajoya çareseriyê destpê bike û gavên esas bên avêtin. Di serî de Kurd, ji bo beşên din ên li Tirkiyeyê wê pêşiya aştî, xwişktî û biratiyê bê vekirin.”

‘BI MILYONAN MIROV JI JIYANA OCALAN BI FIKAR IN’

Ayhan bal kişand ser rewşa tenduriya Ocalan jî, ragihand ku bi çendan caran li ser vî esasî serlêdan kirine, lê ti agahiyên têrker negirtine. Ayhan der bir ku CPT’e di rojên bihurî de çûye Girava Îmraliyê, têkîldarî rewşa Ocalan hevdîtinek pêk aniye, lê hê jî CPT’ê ti agahî bi raya giştî re parve nekiriye. Ayhan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji her aliyî de gumanên mezin hene û ev şik û guman jî rê li ber fikarên mezin vedikin. Bi milyonan mirov ji jiyana Ocalan bi fikar in. Ji rakirina van fikaran, destpêkê jî hikûmeta AKP’ê berpirsiyar e. Pêwîst e Wezareta Edaletê di vê mijarê de hiqûqê pêk bîne. Em jî wekî HDP’ê, em ê heta dawiyê şopdarê vê bin. Ji niha û şûn de jî ji bo van fikarên gel ronî bikin çi ji destên me tên em ê bikin. Ne tenê ji mile Tirkiyeyê, her wiha di mile navneteweyî de jî ji bo ev bêhiqûqî ji hoklê rabe em ê xebatên xwe bidomînin.”