Endamê HPŞ'ê Sekvan: Hevîdar im kongreya TEVDA bibe gavek ji bo yekbûna hêzên Êzidî

Endamê Hêzên Parastina Şengalê (HPŞ) Faris Sekvan di kongreya TEVDA'yê de peyamek girîng da hemû hêz û civaka li Êzidîxanê.

Endamê Hêzên Parastina Şengalê (HPŞ) Faris Sekvan di kongreya TEVDA'yê de peyamek girîng da hemû hêz û civaka li Êzidîxanê.

Faris Sekvan kêfxweşiya xwe ya ji ber amadebûna li 6. kongreya TEVDA'yê bilêv kir û got, "Di vê dema girîng de, ez hêvîdarim wê ev kongre ji bo yekbûna hemû hêzên Êzidî yên li çiyayê Şengalê bibe gavek. Ku bi vî rengî em karibin bi hev re gundên Şengalê rizgar bikin."

Faris Sekvan bibîr xist, ku ew îro li ser navê kesayetekî şer nakin û got, "Em ji bo kesekî şer nakin. Weke şervanên Êzidî, em ê heta dawiyê li dijî xiyanetê şer bikin û û Êzidîxaneke azad ava bikin.

Em kongreya 6. a TEVDA'yê pîroz dikin û dikarim bêjim ku ev kongre wê bibe gavek ji bo yekbûna giştî ya hêzên Êzidî. Wê nakokiyên navbera hemû hêzên Êzidî çareser bike."

...