1. Salvegera Komkujiya 25'ê Hezîranê

Li pêşberî serketinên YPG/YPJ'ê, çeteyên DAIŞ'ê yên bi hovîtya xwe tên naskirin har bûn û bi planeke qirêj berê xwe dan Kobanê. Di berbanga roja 25'ê Hezîrana 2015'an de komkujiyek di hundirê Kobanê de pêk anîn.

Piştî ku hêzên YPG/YPJ'ê di 26'ê Kanûna 2015'an de Kobanê di encama berxwedaneke destanî de rizgar kirin, bi vê moralê di 15'ê Hezîrana 2015'an de Girê Spî ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin û Kantonên Kobanê û Cizîrê gihandin hev, çeteyên DAIŞ'ê yên hatin şikandin bêhtir dîn û har bûn. Çeteyên DAIŞ'ê yên bi hovîtya xwe tên naskirin har bûn û bi planeke qirêj berê xwe dan Kobanê. Di berbanga roja 25'ê Hezîrana 2015'an de komkujiyek di hundirê Kobanê de pêk anîn.

BERBANGA REŞ

Di berbanga roja 25'ê Hezîrana 2015 de, şêniyên Kobanê li ser dengê fîşekan ji xewê şiyar bûn. Ne fîşekek ne du, bi hezaran fîşek dihatin teqandin. Lê belê ti kesî ne dizanî kî fîşekan diteqîne, ji ku tên teqandin û ji bo çi tên teqandin.

Ji şêniyên Kobanê hebû ku fîşekên tên teqandin ji aliyê YPG/YPJ'ê ve ji bo pîrozkirina rizgarkirina bajarokê Sirînê ne. Lewma welatî derdikevin derve. Hîna roj hilnehatiye, dema welatî derdikevin. Dibînin ku komên çekdar di nav kolanan de digerin. Ti kes natirse, ji ber ku kesên li Kobanê bi çek tenê YPG ne.

Ji destpêka kolana 48 de li aliyê wê yê Rojava, heta taxa Miktelê û Kaniya Kurdan yên li milê Rojhilat û Rojhilat-Başûrê Bajêr, çete dikevin nava malan û dest bi kuştinê dikin. Xwîna Kobaniyan li kolanên wan, li malên wan tê rijandin.

ÇETEYAN XWE ÇAWA GIHANDIN KOBANÊ?

Çeteyên DAIŞ'ê bi 7 wesayîtan ji aliyê bajarokê Sirînê ve, ku bi 45 kîlometreyan li başûrê Kobanê ye, berê xwe didin Kobanê. Ew bajarok wê demê nehatibû rizgarkirin. Li ser wesayîtên xwe ala Tabûra Siwar Al-Raqqa dadiliqînin. Tabûr di Odeya çalakiyan a Burkan AL-Firat de bi hêzên YPG'ê YPJ'ê re di yek çeperê de bû li hember çeteyên DAIŞ'ê. Dema digihêjin benda kontrolê ya yekem a li derveyî bajêr, ew dibêjin ku 'em li ser daxwaza YPG'ê hatine û pêwîste em biçin Kobanê'. Li ser vê esasê li bendê kontrolê ew tên berdan. Ji ber ku xuya dikin ku ji Tabûra Siwar Al-Reqa ne û li gor peymana di nava wê Tabûrê û YPG'ê de ew dikarin biçin û bên Kobanê. Ji xwe malbatên wan jî li Kobanê bicih bûne. Piştî derbasbûna wan, benda kontrolê agahiyê dide navenda Asayîşa Başûr. Navend dewriyek ji endamên Asayîşê li pey wan bi rê dike. Ew dewriye li destpêka kolana 48 hundirê Kobanê digihê wan û dibîne ku ew ji wesayîtan peya bûne, di kolanan de dimeşin û çekê wan ne li milê wan e. Çek di destê wan de ye. Dewriye navendê agahdar dike û li ser biryara navendê bang li wan dike da ku rawestin. Lê çete êrîşî dewriyê dikin û ew endamên dewriyê tên kuştin. Çete deriyê malan dişikînin û dest bi kuştinê dikin.

Taxên Başûr û Rojhilatê bajêr dikevin destê çeteyên DAIŞ'ê. Bi awakî hovane çete jin, zilam, kal, pîr û zarokan jî dikujin. Kî li pêş wan xuya bike bi kalaşnîkovan lê didin.

Di saatên destpêkê de, hêzên YPG'ê YPJ'ê nikarin mudaxle bikin. Fîşek li nav bajêr têne teqandin, lê ti kes nizane bûyer çiye. Welatî di hundirê bajêr de tîje ne. YPG'ê nikare yek fîşek ber ve bajêr biteqîne.

Hêdî hêdî agahî li ser hev kom dibin, roj hiltê, êdî tê zanîn ku çete ketin nav bajarê Kobanê û dest bi kuştina welatiyan kirin.

OPERASYONA PAQIJKIRINA KOBANÊ

Di saatên destpêkê yên sibehê de, piştî ku rewşa bajêr zelal dibe, li gor agahiyên ku bi dest Fermandariya Giştî a YPG'ê li Kobanê dikeve, cihên ku çeteyan girtin têne teqezkirin. Li ser vê esasê fermandarî perspektîfê dide cihên çeteyan bêne dorpêçkirin. Û Operesyona paqijkirina Kobanê bê dike..

Du tabûrên YPG'ê ji derveyî bajêr tên. Li ser kaşê Miştenûrê kom dibin. Û dest bi operesyona paqijkirina bajêr dikin.

Roja yekem, YPG'ê taxa Miktelê ya nêzî kaşê Miştenûrê, taxa Kaniya Kurdan a li aliyê Rojhilatê bajêr û piranî tax û kolana 48 tê paqij dike.

Di roja duyem de piranî bajar ji çeteyan hate paqijkirin. Bi tenê çend cihên ku wan girtibûn di destê çeteyan de dimîne.

Roja sêyem piştî danê nîvro, çete dizanin ku wan xwe li tehlûkeyê wer kirine, êdî ji bajêr direvin. Hinek çete dikarin xwe ji hundirê bajêr der bixin, lê YPG'ê li pey wan dikeve, heta roja Çaremîn çete ne li bajar û ne li gundên Kobanê dimînin. Temamiya Kobanê tê paqijkirin.

Di encama Komkujiya 25'ê Hezîranê de 252 welatî hatin kuştin. Ji wan 64 jin û 35 zarok bûn.

...