Karayilan: Dem dema mezinkirina berxwedan û hevkariyê ye

"Li hemberî vî dijminî divê em xwe hemû bikin yek, mil bidin milê hev, piştgiriya hev bikin û ti kesekî xwe mûhtacî van neyaran neke. Ev dem demeke hevkariyê ye. Demeke fedekarî û bilindbûna şoreşê ye. Divê her kes fedekariyê bike."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Karayilan got, "Li hemberî vî dijminî divê em xwe hemû bikin yek, mil bidin milê hev, piştgiriya hev bikin û ti kesekî xwe mûhtacî van neyaran neke. Ev dem demeke hevkariyê ye. Demeke fedekarî û bilindbûna şoreşê ye. Divê her kes fedekariyê bike."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bersiv da pirsên radyoya Dengê Kurdistanê.

'JI BO ARTÊŞA TIRK ŞERMEK E'

8 bajarên Kurdistanê ji aliyê hikûmeta AKP'ê û dewleta AKP'ê hatiye hilweşandin. Niha jî bi planên cur be cur dixwazin van bajaran li gorî xwe dîzayn bikin. Bi destê TOKÎ ve. Her wiha wê polîsên taxan hebin weke bekçiyan be. Hûn vê planê çawa dinirxînin?

Em di demeke pir dîrokî de derbas dibin. Di vê dema dîrokî de berxwedaneke pir mezin, destanî li Kurdistanê tê meşandin. Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê berxwedana bajaran a bi armanca xweseriya demokratîk, di serî de li Sûr, Cizîr, Hezex, piştre jî li Nisêbîn, Şirnex, Gever, Silopiya, Farqîn bi pêş ket, di dîroka gelê Kurd de pelekî nû vekir. Pelekî Egîdî, berxwedana dîrokî vekir. Bi berxwedana van bajaran eşkere bû ku keç û xortên Kurd çawa fedayî bûne. Ji bo doz û armanca xwe çawa li qada cengê de egîdî bi rêxistin kirine û gihîştine çi astê, ev bi rengekî berçav û wek destanî derket holê. Ev ji bo gelê Kurd nîşana serketinê ye. Eger ruhekî wisa berxwedanî di nava hêzên parastina Kurdistanê de derketiye holê, ev yek bingeha gavên mezin e, nîşana gavên mezin û zaferê ye. Ez tevahiya şehîdên di avakirina vê destanê de şehîd ketine ez bibîr tînim û rêzdarî û dilsoziya xwe careke din tînim ziman û soza me daye wan, bi vê wesîleyê careke din dubare dikim. Li Kurdistanê berxwedaneke mezin çêbû. Yekemcar şerê bajaran bi rê ket. Mirov dikarin li ser erênî, neyînî, zêdeyî, kêmaniyên wê nîqaş bikin. Lê ev tişt misoger e, dîrokek mezin e, berxwedaneke ku tê de nîşana zaferê heye. Ev tişt misoger e. Lê belê dijmin nikarîbû biketa nava bajaran. Li hemberî Hêzên Parastina Parastina sivîl nikarîbû bi pêş biketa, lewma biryar girt bajaran xera bike û bi vî rengî têkevin nava bajaran. Mesela ji bo Nisêbînê, hem Serokwezîr wisa got, hem Serfermandariya giştî wisa got 'vaye em dikevin nava xanî diteqe, lazime em ji dur ve xaniyan tine bikin û bi vî rengî têkevin hundir'. Yanî bajar dûz bike wisa têkeve. Bi vî awayî dikarî biketa nava bajaran. Ev ji bo artêşekê şermeke û ketineke. Yanî cesareta xwe nîne bikeve nava kolanan û şer bike, bi teknîk û bi çekên giran ji dûr ve bajar xera dike û wisa dikeve. Û fedî nake, li ser vê zaferê çêdike. Ne wisa ye. Li wir ew berxwedêrên leheng bi ser ketin. Ev tişt di pêşerojê de wê bibe bingeha gavên mezintir. Muqabilî vê, li nava van bajaran welatparêzî xurt e. Kurdewarî xurt e, berxwedaneke dîrokî lê çêbûye, lê wê derê şopa qehremanan heye, xwîna qehremanan lê rijiya ye. Dewleta Tirk dixwaze hemû şopa wê ji holê rake. Yek ev e. Ya duyem; dixwaze bajaran ji nû ve li gorî xwe dîzayn bike. Û saziyeke xwe heye bi navê TOKÎ. Dixwaze bi destê wê çêbike. Û van bajaran weke hepseke servekirî çêbike. Yanî çawa kontrol bike, çawa kamera bicih bike, li kî derê qereqolê çêbike. Dixwaze wer bike ku li wan taxan, li hundirê malan jî karibin mirovan bişopînin. Tam kontrolê çêbike. Dixwaze bajaran bi vî rengî dîzayn bike. Ev heps e. Lazime miletê me qebûl neke bikeve nava vê hepsê. Bi vê hilweşandin û avakirina bi destê TOKÎ re dixwaze gelê me bixe nava hepseke servekirî. Lewma divê mirov li hemberî vê têbikoşe. Ya din jî, bi vê rêyê dixwaze koçberiyê bike. Mesela dibêje; yên qebûl neke bixwaze li kîjan bajarî em dikarin xanî bidin wan. Li Stenbolê, li devereke din em dikarin xanî bidin wan. Yanî bi rengekî sergirtî dixwazin qanûna mecbûrî îskan bixe meriyetê. Berê wexta rabûnê li Kurdistanê qanûna mecbûrî îskan derxistin. Yanî gelê me mecbûr kir biçe Aydinê, biçe Balikesîrê, bi vî rengî sirgûn kirin. Niha jî dixwaze mirovan teşwîqî vê bike, weke sergirtî mirovan ji Kurdistanê derxînin.

'BERXWEDANA CIVAKÎ DIVÊ, PÊWÎSTE LI DIJÎ CERDEVANIYA BAJARAN BÊ DERKETIN'

Dixwaze bajarê welatparêz, nifûsa wê bi vî rengî biguherîne?

Bêguman dixwaze bi vî awayî biguherîne. Wekî din dixwaze li wan taxan avahiyên bilind çêbike. Dema avahiyên bilind çêkir, dikare gelek malan bicih bike. Û hinek kesên biyanî, bi taybetî yên penaber li van bajaran bicih bikin. Yanî ji bo guhertina demografiya van bajaran planeke xwe ya pir xayînane heye. Ji ber vê yekê divê em li hemberî van planên dijmin ên li hemberî taxan rawestin. Divê ti Kurd mal û taxa xwe nedin van. Û li hemberî vê têbikoşe. Ya esasî, niha têkoşîna civakî pêwîst e. Niha egîdan li wir şer kirin. Di encama vî şerî de qonaxeke nû afirî. Niha hewl didin vê şopê ji holê rakin. Mesela niha li Kobanê jî şer çêbû, cihê şerê giran lê çêbû niha kirine muze. Diparêze, dixwaze bi dîrokê re bike mal. Lê belê dijmin ji bo ku şop nemîne dixwaze bi temamî ji holê rake. Şûna wir dûz bike û avahiyên nû ava bike. Ji bo kes neyne bîra xwe ku li vir çi bû, çi nebû. Dixwaze navê wan taxan, wan kuçeyan biguhere, dixwaze hemû tiştan biguhere. Ku mirovên Kurd vê berxwedana pîroz ji bîr bikin. Wan bidin poşmankirin. Yanî xwedî planeke bi vî rengî yê qirkirinê ye. Yê avakirina desthilata dagirkeriyê ye. Planeke wisa ye. Li kêleka wê, ev sîstema bekçî dibêjin, yanî her kolanekê bide hinekan. Ev jî afirandina qoricitiya li nava bajaran e. Bi vî awayî qoricitî, dixwaze cerdevaniyê li nava bajaran jî bi pêş bixe. Berê li gundan, di bin navê parastina gundê xwe de derxistin holê. Niha jî di bin navê parastina kolanan de dixwazin ava bikin. Lewma mirovên welatparêz divê wê cerdevaniyê qebûl neke. Ne dûre  ku kî qebûl bike, bibe hedefa şoreşê. Divê kes canê xwe nexe xeteriyê. Yanî yek li kolanekê binêre, di her kêliyê de dikare derbê bixwe. Ev lîstikeke, divê kes nekeve vê lîstikê. Bi kurtasî plana dijmin planeke qirêj e. Divê li hemberî vê têkoşîneke siyasî, civakî, çandî were dayîn. Û mirov nehêlin ev plana dijmin bi ser bikeve. Mirov nehêle ku di bin navê bekçî de cerdevaniya li nava bajaran bi rê bikeve. Divê her kesê welatparêz li hemberî vê derkeve. 

Herî dawî Koordînasyona YPS'ê ji bo Şirnex û Nisêbînê da xuyakirin, ku ji bo bajar zêdetir neyê hilweşandin wê hêzên xwe vekişîne. Niha rewşeke awarte li van her du herêman heye. Hûn dikarin vê çawa şîrove bikin?

Dewleta Tirk ev bajarên li ber xwe dayî dixwaze ji holê rake. Me dît ku li Sûrê, piştî berxwedana dîrokî bi dawî bû jî ew xanî hemû ji holê rakirin û tiştek nehiştin. Yanî xaniyên mirovên me hilweşandin. Li Geverê di 19'ê Nîsanê de ji ber hin sedemên rêxistinî hêza parastina Geverê xwe vekişand. Yanî wan weke yên li Nisêbînê îlan nekirin, lê di 19'ê Nîsanê de xwe vekişandin. Ji 19'ê Nîsanê heta 31'ê Gulanê 42 rojan li Geverê şer tinebû. Lê qedexeyê dewam kir. Di nava 42 rojan de Gever xera kirin. Yanî di dema şer de dibe ku ji sedî 10 xera bûbû, lê piştî şer ji sedî 80 xera kirin. Di bin navê em lêgerînê dikin, bi bombeyan avahî teqandin. Di destpêkê de ji dûr ve lê dixin, dûre diçin dikevinê. Di bin navê lêgerînê de hemû avahî, malên mirovên me tar û mar kirin, xera kirin. Heta dikevin malan, tiştên li nava malan de ser û bin dikin û didizin dibin. Çete hene, wan çeteyan hemûyan ji xwe re malê gel birin. Talan kirin. Yanî hem texrîbê dikin, hem talanê dikin, hem jî xaniyê gelê me xera dike. Lewma lazim e hem gelê Nisêbîn, hem jî yê Şirnexê, hem jî gelê tevahiya Kurdistanê, dostên Kurdan, demokrasîxwaz, kedkar, sosyalîstên Tirkiyeyê, yanî her kesên li dijî rejîma dagirker û faşîzmê, divê li hemberî xerakirina bajarên Nisêbîn û Şirnexê bêdeng nemînin. Yanî li wir bajar xera dikin. Vaye gelê me li Sûrê temaşe kir, li Sûrê tiştek nebû. Li Geverê jî bi tenê temaşe kirin, lewma Gever jî bi giranî xera kirin. Lazim em vê zanibin; dewleta Tirkiyeyê dixwaze gelê me ceza bike. Weke dewletke dagirker, artêşeke dagirker. Ji ber vê jî, lazime li hemberî xerakirina xaniyan, malan têkoşînek were dayîn ku pêşî lê bê girtin. Nehêle ku xaniyên gelê me bên xerakirin. Eger di vî warî de têkoşînek were meşandin, pêkane plana dewleta Tirk a ji bo wêrankirina hemû bajaran bê rawestandin.

Niha li Şirnex û Nisêbînê qedexeya derketina derve dewam dike?

Li gorî em dizanin qedexe hîn li wir dewam dike. Her çiqas YPS'ê ji 25'ê Gulanê û pê ve îlan kir ku vekişiya ye, lê wan di 3'ê Hezîranê de gotin operasyon bi dawî bûye. Yanî ev tê wê wateyê; 3'ê Hezîranê mumkun e bajo. Di ser re çend roj derbas bûne, mumkun e hîn 15 rojên din yan jî 20 rojên din bajo. Ji ber ku li Geverê 42 rojan ajot. Li van deveran jî çiqasî bajo ne diyar e. Niha hîn qedexe dewam e. Lê berê dorpêçeke gelekî dijwar hebû, li gelek cihan tank sekinandibûn, niha ew tank kişandine. Û hêza leşkerî jî bi giranî ji bajaran kişiyan e. Lê polîs tê de ma ye. Li serê kolanan girtî ne. Bi taybetî wesayîtên jê re dibêjin Kobra hene. Wan datînin serê kuçeyan, bi kamera ku hereketek dît, lê dide. Yanî yek ji bo ji van bifilite divê pir bi lez ji kolanê derkeve. Mesela du kes be, wê yek derbê bixwe. Lê eger yek be, ancax pir bi suret karibin derbê nexwe. Bi vî rengî serê kolanan girtiye. Nahêle gelê me têkeve nava kolanan. Hinek kes dixwaze têkeve, wan vedigerîne. Lê yek bixwaze dikare têkeve û derkeve. Divê mirovên me, ne bi rêyên fermî, bi rêyên curbecur bixwaze vê sîstemê rake. Yanî qedexe dewam e, lê ne weke berê ye. Ya muhîm, sekinandina şewitandina xaniyan e. Mesele ne 'hêzên ewlekariyê çiqasî sekiniye, yan ne sekiniye'. Mesele hîn dorpêç dewam e, qedexe dewam e û bi kepçeyan xaniyan xera dikin. Serê kolanan girtine. Belkî hinek karibe biçe û bê, lê xeterî hîn dewam e. Divê mirov vê bibîne. Li gorî vê divê mirov têbikoşe. Li gorî vê divê helwest bê nîşandan. Divê ev hilweşandina xaniyan bê bidawîkirin. Gelê me niha bi rojî ye. Havîn e. Mesela li Şirnexê li binê daran de man e, perîşan e. Li Nisêbînê jî wisa ye. Dema vê rewşê li ber çavan bigirin, divê her kes ji bo gelê me zû vegere cih û warê xwe, her kes piştevaniya gelê Nisêbîn û gelê Şirnexê bike. 

BANGA LI GEL Û DOSTÊN KURDAN

Di vê pêvajoya hesas de peyama we ji bo gel çi ye?

Di vî şerî de derdora 8 bajarên Kurdistanê, gelek taxên wê hatin xerakirin. Bi rastî berxwedaneke mezin çêbû. Dijmin nikarîbû bi hêzên parastina sivîl (YPS). Lê bajar xera kir. Dixwaze gelê me ceza bike. Dijmin bi van kiryarên xwe nîşan da ku ew hêzeke dagirker e. Artêşeke dagirker e. Ev artêş dijminê gelê Kurd e. Ji ber ku derfetên xwe heye. Eger bixwaze li wir li hemberî hinekî şer bike, dikare bi piyan têkevê. Bi wesayîtên zirxî jî dikare têkeve. Lê na, nakevê, xaniyan xera dike. Yanî ev dijmintiyeke eşkere ye. Li vir raste destanek hat avakirin, dijmin darbeyê mezin xwar. Lê dijmin jî zerar da gelê me. Niha gelê me yê li van bajaran, di rewşeke zehmet de ye. Divê tevahiya gelê Kurd vê demê weke dema Hevkariya Neteweyî ya Kurd bibîne. Alîkarî zêde hebe û qet û qet mirov rê nede ku gelê me li Nisêbîn, li Şirnex, li Gever, Cizîrê, Sûrê, Farqînê, Silopiyayê zehmetiyê bikişîne. Divê mirov hevkariyê bike. Heta hin bajarên Kurdistanê hene, şer lê çênebû. Lê em dizanind derfetên xwe hene. Mesela weke Qoser, Bismil, Wan. Yên derfetên xwe hene, dikarin alîkariyê bikin. Karmendên Kurd ên di destê wan de derfetên madî hene, pêwîste di vê demê de welatparêziya xwe nîşan bidin. Yanî divê gelê me Hevkariyeke Neteweyî ya mezin bi pêş bixe û kesî mûhtacî Tirkan neke. Kes neçe deriyê dewleta Tirk. Kes ji wan alîkariyê nexwaze. Mirov dibînin hin kes alîkariyê ji wan dixwazin, lê divê kes vê alîkariyê nexwaze. Ev yek. Ya duyem; mesela li Geverê AKP'yî tên li nava gel digere. Çi karê wan li Geverê heye? Ev dijmin in, van Gever xera kirin e. Gelê me li gelek cihan nerazîbûn nîşan dan û qewirandin. Lê belê divê mirov qet û qet nehêlin vana lingê xwe bavêjin van bajarên pîroz. Ev bajar bi xwîna egîdan hatine xemilandin. Ev bajar pîroz in. Ew xayîn, ew dijminên qirêj nikarin bi potînên xwe yên qirêj van deveran qirêj bikin. Lazime gelê me firsendê nede ku AKP'yî bikeve nava wan û ji wan re bêje 'em dixwazin alîkariyê bidin we'. Divê her kes helwestê nîşan bide. Me fêm kir ku li hemberî me dijminekî hov heye. Wê çaxê li hemberî vî dijminî divê em xwe hemû bikin yek, mil bidin milê hev, piştgiriya hev bikin û ti kesekî xwe mûhtacî van neyaran neke. Em van neyaran di nava xwe de qebûl nekin. Ev dem demeke hevkariyê ye. Demeke fedekarî û bilindbûna şoreşê ye. Divê her kes fedekariyê bike. A niha gerîla, yan jî endamên HPG'ê, endamên YPS'ê dibe ku di zehmetiyê de bin. Divê em di vê dema dîrokî de fedekariyên mezin bikin, cesaretê nîşan bidin, afirîneriyê pêş bixin. Yanî xwe mehkûmî yek tiştî nekin. Divê ku em rê û rêbazan li pêş xwe kilît nekin. Em binêrin bê rê û rêbazên serketinê çi ne. Van tespît bikin, bi aqil tevbigerin û bi îrade tevbigerin. Di van mijaran de fedekarî û afirînerî pêwîst e. Çawa ku lazim e şervan vê nîşan bide, divê gelê me jî zanibe ev dem dema fedekarî ye. Demeke hevkarî ye, demeke awarte ye. Di vê demê de lazim kes weke demeke ji rêzê nêz nebe. Her kes zanibe ev dem dema meşa azadiyê ye. Ev dem dema şoreşê ye. Her kes çi ji dest hat bike. Yê alîkarî ji dest tê alîkariyê bike, yê dikare tevlî bibe tevlî bibe. Kî dikare bi çi rengî fedekariyê bike, divê bi wî rengî fedekariyê bike. Ev dem demeke wisa ye. Îro li Bakurê Kurdistanê meşa azadiyê bi rê ketiye. Careke din li Rojavayê Kurdistanê vaye hemle bi pêş dikeve. Pêngava Minbicê pêngaveke dîrokî ye. Dem dema avakirina Kurdistana azad e. Dema azadiya Rêberî ye, dema azadiya Kurdistanê ye. Meşa gerîla, gelê me yê welatparêz, hemû derdorên demokratîk pêwîste di vê çarçoveyê de hîn bi xurtî bi rê bikeve. Di vê çarçoveyê de pêşveçûn heye. Em bawerin wê ev sal bibe sala gava mezin, pêngava mezin. Ji ber ku bingeh hatiye avakirin. Ev zivistan bi şer û berxwedanê derbas bû, divê havîn jî li gorî wê hîn zêde bilind bibe. Hem li bajaran, hem li deşt, hem li çiyê êdî meşa azadiyê gihaştiye lutkeya herî jor. Û wisa êdî demê bike dema serketina şoreşê.