Çîroka dilşewat a Ebû Mihemed Ehmed ê Minbicî

Şêniyên Minbicê yên ji sala 2014'an û vir ve di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de dijîn, bi êş û derdên bi salan e dikişînin, berê xwe didin herêmên azad.

Hin jê zarokê wan, hin jê dayik û bavê wan ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine qetikirin. Hin jê bi xwe, hin jê dayika xwe, hin jê jî keça xwe bûye hedefa destavêtina çeteyên DAIŞ'ê. Hinek jî hê hevjîn, keç û malbata xwe di nava lepên çeteyên DAIŞ'ê de ne.

Ebû Mihemed Ehmed...

Ebû Mihemed Ehmed ê 65 salî, Kurdekî ji Minbicê ye. Yek ji hezaran mirovên xwe gihandiye qadên azad.

Û ji bo demeke kurt jî be, min firsend dît li çîroka wî ya jiyanê guhdarî bikim. Ji Ebû Mihemed Ehmed re dibêjim, dixwazim vê sohbetê qeyd bikim, lê ji ber ku hevjîn, keç û ferdên malbata wî di nava destê çeteyên DAIŞ'ê de ne, naxwaze ez vê sohbetê qeyd bikim.

Ez jî bi ya wî dikim. Jê re dibêjim, ku qet nebe wêneyekî wî yê rûpêçandî bikişînim ji bo karibim di nûçeyê de bi kar bînim. Ew jî rûyê xwe dipêç e û dihêle sûretekî wî bi vî rengî bikişînim.

Piştre em dest bi sohbetê dikin...

Ebû Mihemed Ehmed dibêje, piştî ku çeteyên DAIŞ'ê di sala 2014'an de bajar dagir kirin, ji hingî ve jiyana wan guheriye, jiyan li wan bûye dojeh û destnîşan dike, komkujî, zilm, zext û îşkenceya çeteyên DAIŞ'ê dikir, gotina barbariyê têra vegotina wê nake.

Ebû Mihemed Ehmed da zanîn, çeteyên DAIŞ'ê piştî ku bajar dagir kirin, bi komkujî, zext û îşkenceyê nêrîna xwe li ser bajêr ferz kir û anî ziman, yên bîat ji wan re nedikirin, li naverastê li pêş çavên her kesî serê wan, lebatên wan jê dikirin û li gorî xwe 'ceza' dikirin.

Ebû Mihemed Ehmed diyar kir, keçeke wî ji ber ku rûyê xwe negirt, çeteyên DAIŞ'ê dest avêtine wê. Her wiha keçeke wî ya din jî, ji ber ku kevnik nedaye ser rûyê xwe û bêyî rûyê xwe bipêçe derketiye derve, ji aliyê qaşo yekîneya asayîşa Îslamî ya çeteyên DAIŞ'ê hatiye 'binçavkirin' û cezayê lêdana qemçiyan lê hatiye birîn.

Ebû Mihemed Ehmed da xuyakirin, ku piştre endamekî qaşo asayîşa Îslamî çeteyekî DAIŞ'ê hatiye keça wî xwestiye, xwestiye li dijî çeteyê DAIŞ'ê derkeve lê hêza wî têrê nekiriye, vî çeteyî keça wî bi zorê biriye, piştî çend mehan şandiye malê û keça wî 3 caran hewl daye xwe bikuje.

Ebû Mihemed Ehmed da zanîn, bi hezaran sivîl di her firsendê de diherikin herêmên azad, hevjîn û zarokên wî jî berê xwe dane herêmên azad, lê belê çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran êrîşî nuqteyên revê yên sivîlan kirine, gelek sivîl birîndar kirine, bi sedan sivîl neçar man e li bajêr vegerin û di nava van de hevjîn û zarokên wî jî hene.

Ebû Mihemed Ehmed di dawiya vê sohbeta me de dixwaze navenda bajarê Minbicê di demeke kurt de ji çeteyên DAIŞ'ê bê paqijkirin, hevjîn û zarokên wî ji çeteyên DAIŞ'ê werin rizgarkirin.