Rêxistina Sîxûriyê yê Dewleta Tirk, MÎT’ê, lêgerîna koçberkirin û paqijiya etnîk xiste rewşa geflêxwarina berbiçav û bi rêyên SMS’an peyamanên geflêxwarinê ji Kurd û Erebên Sunî yên navçeya Duz Xurmatuyê re şandin. Bi telefonên cihê, bi rêya mesajan gefan li gel dixwin, dixwazin di nav 24 saetan de malên xwe vala bikin û bajêr biterikînin. Jêderkên ewlekariyê diyar kirin ku peyam tenê ji Kurdan û Erebên Sunî re têne şandin û dibêjin, MÎT bi rêya sîxurên xwe agahdariyan berhev dikin û dixwazin li bajêr hevrikî û dubendiyê çêbikin. Rayedarên Ewlekariyê yên Navçeyê dibêjin, hevrikî û dubendiya ku hewl tê dayin di navbera Kurd, Ereb, Tirkên Şîa û Sunî de were derxistin bi destê MÎT’ê ye.
Jêderkên Ewlekariyê dibêjin şîrketên ragihandinê ku karetên SÎM’ê li bazarê bêyî bergiriyê difiroşin, rê li ber êrîşên wiha vedike û bal kişand ser wê ku pêwîst e di vê mijarê de xebat werin kirin.