'Divê hêzên demokratîk ji bo Licê bikevin nava tevgerê'
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan bal kişand ser dijwarbûna êrîşên li Licê û ji bo pêşîgirtina li bomberdûmanê bang li hêzên demokratîk kir, ku ji bo Licê bikevin nava tevgerê.
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan bal kişand ser dijwarbûna êrîşên li Licê û ji bo pêşîgirtina li bomberdûmanê bang li hêzên demokratîk kir, ku ji bo Licê bikevin nava tevgerê.
Li 39 gundên Licê, ji ber êrîşên tinekirinê yên piştî qedexekirina derketina derve destpêkirin, mafên mirovan di asteke bilind de tên binpêkirin.
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan nerazîbûn nîşanî vê operasyona hikûmeta AKP'ê da û got, "Niha li 39 gundên derketina derve li wan hatine qedexekirin, bi qasî 17 hezar hêzên leşkerî hene. Lewma em ji vê re dibêjin, operasyona herî mezin a heta niha hatiye kirin. Bêguman ev hejmar gelekî zêde û tirsnak e. Ji ber ku di salên 90'î de jî bi hêzeke ji 17 hezar leşkerî li herêmeke 39 gundan operasyon nehatibû kirin. Çima bi vî rengî êrîşî Licê dikin? Hikûmet îdîa dike ku ev ye ji ber 'Kenevîrê Hînt' ê li Liceyê tê kirin. Meseleya çandina Kenevîrê Hînt bi salan e bi agahî û desteka dewletê tê kirin û firotin. Bi gotineke din, ev bazirganî bi alîkariya hin kesên li nava dewletê tê kirin û hatiye heta roja îro. Baş e AKP çi dike? Mîna ku tiştekî bi vî rengî berê tine bû, vê derdixîne pêş û dibêje li Licê operasyon daye destpêkirin. Lê belê rastiya li Licê ev nîne. Licê di hiş û mejiyê dewletê de xwedî şopekê ye. Licê, ku di sala 1925'a de tevlî Raperîna Şêx Seîd bû, di mejiyê dewletê de cih girt. Wekî din li gundê Fîsê PKK ava bû û ji dema avabûnê û vir ve gerîlayên PKK'ê ji ber rewşa erdnîgarî li Licê ne."
OPERASYONA ESRARÊ NÎNE, POLÎTÎKA KOÇBERKIRINÊ YE
Aydogan destnîşan kir, ku armanca bingehîn a vê operasyonê, bi zorê koçberkirina gelê Licê ye, ku heta niha li dijî her şêwe zilm û zextê li ber xwe daye û axa xwe neterikandiye.
Aydogan got, "Ji bo hînbûna rê û rêbazên meşandina vê operasyonê, tevî wekîlê me Nadır Yildirim em çûn Licê û me bi qeymeqam re hevdîtin kir. Di vê hevdîtinê de me ji qeymeqam re ragihand, em dixwazin biçin gundên qedexe lê hatiye ragihandin. Me dixwest binpêkirinên mafên mirovan ên li herêma operasyonê tespît bikin û bixin rojeva meclîsê. Dnaê sibehê me berê xwe dan herêmê, lê belê li bendeke kontrolê ya leşkerî ya 8 km dûrî Licê em hatin sekinandin. Çûyîna me ya Licê bi fermana Walîtiya Amedê hat qedexekirin. Ev tiştekî bê qebûlkirin nîne, ji ber ku her çend li 39 gundan derketina derve hatibe qedexekirin jî, li navenda Licê ti biryareke qedexeyê ya fermî nîne. Welatiyên Licê ji xwe diçûn navçeye û jê dihatin. Di rewşeke bi vî rengî de pêşîgirtina li parlamenteran, pirsgirêkek e."
JI BO LICÊ BANGA LIV Û TEVGERÊ
Parlamenter Aydogan ragihand, ji bo rakirina qedexeya derketina derve, serlêdana li saziyên navneteweyî jî di nav de ew ê serî li hemû rê û rêbazên pêwîst bidin û got, "Em dixwazin ev operasyon di demeke kurt de biqede û gelê me azad bibe. Ji darên li çiyê heta heywanên li daristanan, her tişt, her kes dîlgirtî ye. Ji ber vê yekê, di serî de gelê Kurd em bang li hemû hêzên demokratîk dikin ku ji bo dawî li vê rewşa dîlgirtinê were anîn, bikevin nava tevgerê."