Çeteyên AKP/Qesrê agir berdan çiyayê Gabarê

Çeteyên AKP/Qesrê piştî çiyayê Cûdî, agir berdan daristana li çiyayê Gabarê.

Tevî êrîşên qirkirinê yên li hemberî Şirnexê tên kirin, deşt û çiyayên derdora bajêr jî tên şewitandin. Ji ber bomberdûmana balafirên şer û topbarana ji Qereqola Mîlî ya li bajarokê Gundikê Melê, li çiyayê Cûdî şewat derket. Şewata li vir hê venemiriye. Niha jî Çiyayê Gabarê hat şewitandin.

Li herêma Berkevir û bejahiya gundê Cuneyt ên li Çiyayê Gabarê, şewat derket. Gundiyan gotin, şewat ji ber topbarana ji Tabûra Gormez hat kirin, derketiye. Şewata duh bi şev li vê herêmê derket, her belav dibe. Dû bi ser herêmê ketiye.

Gundiyan bi fedekariyeke mezin beşeke mezin a şewatê vemirand. Lê belê gelek dehl û rezên gundiyan şewitîn.