Komên Kurd: Em ji Koalîsyona Yekîtiya Demokratîk vedikişin
Komên Kurd ên ku di nav ‘’Koalîsyona Yekîtiya Demokratîk’’ de cih digirin, bertek nîşanî gotinên Mîşel Kîlo yên li dijî Rojava dan û ji koalîsyonê vekişiyan.
Komên Kurd ên ku di nav ‘’Koalîsyona Yekîtiya Demokratîk’’ de cih digirin, bertek nîşanî gotinên Mîşel Kîlo yên li dijî Rojava dan û ji koalîsyonê vekişiyan.
Komên Kurd di daxuyaniyê de gotin,’’ daxuyaniyên Mîşel Kîlo û Ebdilbarî Osman yên dijberî yetkitiyê di berjwendiya rejîmê de ye.’’ Di daxuyaniyê de hate gotin gelê Sûriyê li dijî desthilatdariyê serî rakiriye û xwest ku jiyaneke azad û dadmend were sazkirin.
‘ÊRÎŞ BI SER NIRXÊN KURDAN DE ANÎN’
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: ‘’Hemû avaniyên çandî li dijî şerê şovenî serî rakirin. Me bi armanca hilweşandina rejîma desthilatdariyê û pêkanîna sîstema demokratîk û ji bo ku me bawerî pê anî ku sîstemeke navendî ku wê tê de heqê Kurdan were mîsogerkirin, di nav Koalîsyonê de cih girt. Lê piştî daxuyaniya Serokê Yekitiyê, Mîşel Kîlo ku nirxên Kurdan ji xwe kiribû hedef, weke koma Kurd ku di nav ‘’Koalîsyona Yekitiya Demokratîk’’ de cih digirin, bi fermî radigihînin ku em jê vedikişin.’’
Ên ku daxuyanî îmze kirin ev in :
“Mehmûd Kerho, Mamoste Hesen Îsmayîl, Dr. Ferhad Şêx Bekir, Dr. Tewfîq Hemdûş, Ehemed El-Mihemed, Dr. Ferham Ehmed, Koordînasyona Halebê.”