Li Dêrikê 5 kesên din hatin girtin
Li Dêrikê piştî ku serê sibê 6 kes hatin girtin danê êvarî jî 5 welatiyên ku 25'ê Hezîranê hatibûn binçavkirin hatin girtin.
Li Dêrikê piştî ku serê sibê 6 kes hatin girtin danê êvarî jî 5 welatiyên ku 25'ê Hezîranê hatibûn binçavkirin hatin girtin.
Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê di 25'ê Hezîranê de polîsan bi ser gelek malan de girtibûn û di encama serdegirtinê de 16 welatî binçav kiribûn. Piştî serê sibehê 6 welatî hatin girtin danê êvarî jî welatiyên bi navê Nurullah Elîş, Cafer Erîklî, Murat Aksîn, Mehmet Salîh Elîş û Omer Ersu jî bi hinceta, "endamên rêxistinê ne" hatin girtin.
Hat hînbûn 5 welatiyên hatine girtin şandine Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.