Balafirên şer ên artêşa Tirk Qendîl bombe kirin
Balafirên şer ên artêşa Tirk herêma Qendîl a ji Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin.
Balafirên şer ên artêşa Tirk herêma Qendîl a ji Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin.
Balafirên şer ên artêşa Tirk ji seat 16:30'an heta 17:00'an herêma Qendîl a girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirin. Hate ragihandin ku balafiran derdora gundên Bokrîskan û Zergelê yên Binarê Qendîlê bombebaran kirine.
Der barê kuştî û birîndaran de ti agahiyên zelal nehatin bidestxistin, lê ji ber bombebaranê ziyanên mezin gihiştine bax û zeviyên gundiyan.