Ji bo Licê wê li Amedê çalakî bê lidarxistin

Bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên Qesrê yên li hemberî Licê, wê li Amedê 3 rojan nobed bê girtin. Piştî nobedê girseya gel wê berê xwe bide Licê.

Ji bo Licê, gelê Amedê radibe ser piyan. Di encama biryara hevpar a HDP, DBP, KCD û KJA'yê de, wê danê vê êvarê çalakî bên lidarxistin. Saet di navbera 18:00-00:00 de wê li parkên Koşûyolû û Rojava nobed bên girtin û heta 3 rojan dewam bike. Hat hînbûn, nûnerên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin jî wê beşdarî vê çalakiyê bibin.

Di heman demê de wê li gelemperiya bajêr jî saet di 21:00 de çalakiya dengderxistinê ji bo Licê were lidarxistin.

Di roja çaremîn de jî wê saet di 17.00 de girseya gel ber bi avahiya DBP'ê ya li Parka Koşûyolûyê ve bimeşe.

Piştî rojek^wê Amedê berê xwe bidin Licê.