Li Minbicê wesayîta bombebarkirî hate ruxandin

Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di şerê li bakurê bajarê Minbicê de wesayîteke çeteyan a bombebarkirî ruxandin.

Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di şerê li bakurê bajarê Minbicê de wesayîteke çeteyan a bombebarkirî ruxandin.

Li gorî nûçeya ANHA`yê di operesyona Şehîd Fermanar Feysel Abû Leyla ya rizgarkirina Minbicê de, çeteyên DAIŞ`ê yên ku hewl dan bi wesayîteke bombebarkirî êrîşî Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bikin beriya ku bigihêje armanca xwe ji aliyê şervanan ve hate îmhakirin.

Wesayîta bombebarkirî ya çeteyan di şerê bakurê bajarê Minbicê de ku kîlometreyekê nêzî Çerxeriya El-Herem a dikeve li ser rêya Cereblûsê ye, ji aliyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hat îmhakirin.