Êrîşên çeteyên Qesr/AKP’ê ya li Licê dewam dike. Li navçeyê sewqiyata leşkerî jî pêk tê. Cerdevan û tîmên taybet ên ku li gundikê Mehlê yê gundê Kerwasê hatine bicihkirin, di saetên sibehê de bi ser malan de girtin, li gundê Nenyasê malek şewitandin.
Li navçeya Licê ya Amedê ku operasyon berdewam dike bi helîkopteran sewqiyata leşkerî tê kirin. Di encama operasyonê de maşîneyên kar û kepçe jî veguhestine gundan. Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî li gundê Kerwas û Mehlê yên ku tîmên taybet û cerdevan hatine bicihkirin, di serê sibehê de bi ser gundekî de girtin.Cerdevan û tîmên taybet hatin mezrayê. Şewata ku li nêzî mezrayê derket jî berbelav dibe. Hate hînbûn ku welatiyê nexweşiya kuxikê pê re heye, her ku diçe rewşa wî nebaş dibe.
Li gorî agahiyên welatiyên li gund, leşkerên ku hatine gund li gorî lîsteya ku di destên wan de heyî, lêgerînê dikin. Li gundê Nenyasê jî leşkeran malek şewitandin.
Li gundên Xosor, Mirşif, Helhel, Zengê û Lîcokê jî ji ber ku xet tuneye, telefon ji duh ve qut bûne.
WEKÎL LI NAVÇEYÊ NE
Li aliyê din Parlamenterên HDP'ê Nadîr Yildirim û Nursel Aydogan ên ku di serê sibehê de berê xwe dan herêmê jî di ketina navçeyê de hatin astengkirin. Piştî hevdîtinan, parlamenter ketin navçeyê û hate hînbûn ku wê hin hevdîtinan pêk bînin.