'Divê em derhal xwedî li Licê derkevin'
Alîkarê Hevşaredarên Licê Hamdûllah Sûphî Aydin diyar kir, dewleta Tirk bi van operasyonan ve dixwaze Licê ji holê rake û banga xwedîderketina li Licê kir.
Alîkarê Hevşaredarên Licê Hamdûllah Sûphî Aydin diyar kir, dewleta Tirk bi van operasyonan ve dixwaze Licê ji holê rake û banga xwedîderketina li Licê kir.
Ji 19-20'ê Hezîranê û vir ve, li zêdeyî 100 gundên navçeyên Hezro, Licê, Hênê, Pîran, Pasûr û Karaz ên Amedê, di bi navê "qedexeya derketina derve" de çiya, deşt û qadên jiyanê yên gundiyan bi balafirên şer û topên artêşa Tirk tên bombekirin. Li 39 gundên Licê, di çarçoveya operasyona leşkerî de bomberdûmana balafirên şer dewam dike. Bi helîkopteran leşker ji navçeyê re tên veguhastin.
Alîkarê Hevşaredarê Licê Sûphî Aydin nerazîbûn nîşanî êrîşên çeteyên AKP/Qesrê yên li hemberî navçeyê da û da xuyakirin, ku divê artêşa Tirk derhal vê bomberdûmana li hemberî gundê wan bisekinînin.
Aydin da zanîn, hêzên dewleta Tirk ewilî li 13 gundan derketina derve qedexe kir û niha li 39 gundan ev qedexe dewam dike. Aydin ragihand, çûn û hatina van gundan qedexe ye, gundî li gundan asê man e û destnîşan kir, hinceta 'esrar û kenevîr' a ku ji bo operasyonê tê nîşandan, bi temamî derew e. Aydin got, "Ev mesele, ne ya esrar an jî kenevîr e. Pêvajoyeke şer a li hemberî mewziyan e. Tê gotin, bi qasî 8 hezar leşker hene. Lê 17 hezar leşker, cerdevan û tîmên taybet tevlî vê operasyonê bûne."
'EM NIKARIN XWE BIGIHÎNIN GUNDIYAN'
Aydin da xuyakirin, navenda bajêr ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatiye dorpêçkirin û anî ziman, her roj welatiyên wan tên binçavkirin, duh jî 8 welatî bi hincetên bêbingeh hatine binçavkirin. Alîkarê Hevşaredaran Sûphî Aydin diyar kir, ew bi Qeymeqamiyê re axivîn e, lê bi ti awayî alîkarî ji wan re nehatiye dayîn û got, "Gundên me, zeviyên me, malên me tên xerakirin û şewitandin. Heywanên li gundan, ji ber tî û birçîna gelek ji wan mirin e. Di vê meha Remezanê de têkiliya me ya bi gundiyan re qut bûye. Li van gundan, pêwîstiya welatiyan bi xwarinê heye. Di heman demê de mirovên me yên nexweş li van deveran hene. Ji ber ku xetên telefonê hatine qutkirin, em nikarin xwe bigihînin wan."
'HEWL DIDIN LICÊ BI TEMAMÎ JI HOLÊ RAKIN'
Aydin bibîr xist, ku hêzên dewleta Tirk ev cara sêyemîn e navend û gundên Licê dişewitînin û ragihand, di salên bi hurî de bi sedan mirov neçar man koç bikin, ev mirov hê hêdî hêdî vedigerin, lê belê çeteyên AKP/Qesrê heman pêvajoya koçberiyê aniye serê mirovan. Aydin da xuyakirin, ku zexta koçberiyê berê yekser dihat kirin, lê niha di bin navê 'esrarê' de tê kirin û got, "Dewlet bi van operasyonên xwe yên qirêj ve dixwaze Licê bi temamî ji holê rake."
'DIVÊ EM DERHAL XWEDÎ LI LICÊ DERKEVIN'
Aydin bang li parlamenteran û hemû saziyên civaka sivîl kir, ji bo xwedî li Licê derkevin. Aydin diyar kir, di dîroka cîhanê de li ti deverê artêşek ji 17 hezar leşker, polîs û cerdevanan, li esrarê nagere û destnîşan kir, ev operasyon siyasî ye. Aydin bang li her kesên xwedî dijwar û bi berpirsyarî radibin kir, ku derhal xwedî li Licê derkevin û got, "Eger em xwedî li navçeya xwe Licê dernekevin, dibe ku encameke nebaş derkeve holê."