Li Licê,Farqîn û Pasûrê gund tên valakirin û vedigerînin qereqolan
Bi dehan gundên li navçeyên Licê, Farqîn û Pasûr a Amedê ji aliyê leşker, cerdevan û tîmên taybet ve hatine dorpêçkirin.
Bi dehan gundên li navçeyên Licê, Farqîn û Pasûr a Amedê ji aliyê leşker, cerdevan û tîmên taybet ve hatine dorpêçkirin.
Dixwazin bi zorê gundan vala bikin û vegerînin qereqolan. Bi rojan e bejahiyên gundên Licê tên bombekirin, agirê ku pêketî her saeta ku diçe mezin û berbelav dibe.
Bi dehan gundên ku bi rojan e li navçeya Licê ya Amedê di bin dorpêçê de ne, pêkanînên salên 90’î jî derbas dikin tên meşandin. Navçeya ku bi hezaran leşker û tîmên taybet hatine sewqkirin, gundî bi tirsa çekan tên gefkirin û dixwazin gundan vala bikin. Bejahiyên gundên ku li dijî van pêkanîna li ber xwe didin tên bombekirin û şewitandin. Ji ber rê nadin ku agir bê vemirandin her ku diçe agir gur û belav dibe. Hat diyarkirin ku li deverên ku ji danê sibehê ve tên bomberdûmankirin cih bi cih şer diqewimin.
Hat ragihandin tîmên taybet ketine gundên navçeyê yên mîna Xelxel, Mişif, Derxûst, Sîsê, Goma Pirê, Licok, Angul, Pişê Kevir, Zengê, Menyas, Cumarê, Xeyat, Cinezurê, Huseynîkê, Biryasê, Kildarê, Boma Feyzo, Goma Ahme, Ben û gundên derdor. Bejahiyên van gundan bênavber tên bombekirin û daristan û zeviyên wan tên şewitandin.
Hat diyarkirin ku li gundên navçeyê Kerwas ê ku beriya 2 rojan 90 mal bi zorê hatin valakirin, ji bo çêkirina qereqolan alavên kargehê hatine anîn. Li gundê Helhel piştî şewitandina mala welatiyekî, bi kepçeyê jî hate hilweşandin, malek jî ji aliyê leşkeran ve hate valakirin. Hat ragihandin ku li gundê Licokê jî gelek kes hatine binçavkirin. Hat zanîn ku li gundê Zengesor ê dikeve Bakurê Licê jî malek ji aliyê leşkeran ve hatiye şewitandin. Hemû rêyên diçin gundan ji aliyê cerdevan, leşker û tîmên taybet ve hatine girtin, piştî ku mala welatiyê li gundê Zergesorê hatî şewitandin û şûn de têkildarî rewşê agahî daye xizmên xwe, lê piştre êdî têkilî pê re qut bûye.
Şewata ku li bejahiyê hê jî dewam dike, gundên mîna Bamitnê, Reşanê, Beşişt, Daxlê Zirê, Şao, Matmurê, Herbeqnê, Barsom, Cofitin, Bana Dêra, Hazmaz, Dengilhawa, Şexan, Melê, Tutê, Goma Eriş, Koçera, Bawerdê, Sêqasê ji aliyê cerdevan, leşker û tîmên taybet ve hatine dorpêçkirin.
Gûndên li navçeya Licê yên di bin dorpêçê de her ku diçe êrîş û dijwarî lê zêde dibin. Hat ragihandin ku gundên bi navê Malê Çaxlê, Şelima, Hindesê, Malê Gir, Zillek, Cumatê, Tilbisin ên girêdayî Farqînê û gundên Godernê, Temiran, Cevsê, Bira Zeyna, Textê, Derikê, Beytil Beyanê yên Pasûrê jî ji aliyê leşker, cerdevan û tîmên taybet ve hatine dorpêçkirin.