Gerîlayên HPG'ê li Çelê li leşkerên kemîn danîbûn xistin

Gerîlayên HPG'ê, li hemberî leşkerên Tirk ên li Çelê kemîn danîbûn 4 çalakî pêk anîn. Di encamê de 6 leşker hatin kuştin.

Gerîlayên HPG'ê, li hemberî leşkerên Tirk ên li Çelê kemîn danîbûn 4 çalakî pêk anîn. Di encamê de 6 leşker hatin kuştin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de li ser çalakiyên dawî yên gerîla û êrîşên artêşa Tir ev agahî hatin dayîn:

"Artêşa TC ev demeke bi desteka cerdevan û kontrayan, li derdora gundên Dawuşa, Mekubê û Seyida yên ser bi navçeya Çelê ya Colemêrgê kemînan datîne. Hêzên me yên gerîla ev yekîneyên artêşa TC ên kemîn danîbûn hedef girtin û berêvara 27'ê Hezîranê 4 çalakî lidar xistin. Di çalakiya li hemberî leşkerên li derdora gundê Dawuşa de 2 leşker hatin kuştin, û dijmin çeperên xwe terikandin û li rêya Çelê-Colemêrgê vegeriya.

Gerîlayên me li derdora gundê Seyidan jî li 6 çeper û 2 konên leşkeran xistin. Li vir 4 leşker hatin kuştin. Leşkerên li vir jî çeperên xwe terikandin û xwe vekişandin. Piştî çalakiyê, qereqolên Silehê û Meşkanê; obus û hawan avêtin cihê çalakiyê. Ev çalakî ji bo bîranîna berxwedêrên li Geverê şehîd ketin, hat lidarxistin.

LI DARA HÊNÊ Û PASÛRÊ ÇALAKIYÊN SÛÎQESTÊ

Hêzên me, roja 26'ê Hezîranê saet di 16:30 de li hemberî qereqola Gas a li navçeya Çewlik Dara Hênê çalakiyeke sûîqestê pêk anîn û di encamê de leşkerek hat kuştin. Piştî çalakiyê, ji qereqola Gasê bi çekên giran gule li derdorê hatin reşandin.

Roja 27'ê Hezîranê saet di 19:30 de, hêzên me bi rengekî sûîqestê li qereqola tîmên taybet ên li navçeya Amed Pasûrê xistin. Li vir jî tîmekî taybet hat kuştin.

OPERASYONÊN LI DIHÊ Û KERBORANÊ BÊ ENCAM MAN

Roja 23'ê Hezîranê, artêşa TC li herêma Mişarê ya li navçeya Sêrt Dihê derket operasyonê. Operasyon roja 25'ê Hezîranê bê encam ma û hêzên operasyonê xwe vekişandin.

Artêşa TC roja 26'ê Hezîranê jî li bejahiya gundên Şikeftika, Berê Zêvê Çiyayî Sîtî û Cibdê yên navçeya Kerboran a Rihayê derket operasyonê. Operasyon roja 27'ê Hezîranê bê encam ma û qediya.

ARTÊŞA TIRK YEKÎNEYÊN XWE YÊN VEŞARTÎ LI BEJAHIYA MÛŞÊ BELAV KIRIYE

Roja 24'ê Hezîranê, li bejahiya gundên Meştilû, Melekent, Semerşêx û Êlengez ên li herêma Marînos a navçeya Mûş Kopê, artêşa Tirk tevî cerdevanan (cerdevanên ji gundên Adgon û Lîzê) dest bi operasyonê kir. Operasyona roja 26'ê Hezîranê saet di 19:00 de qediya. Artêşa TC yekîneyên xwe yên veşartî li herêmê hişt.

LI ÇEWLIKÊ KONTROLA RÊ

Êvara 27'ê Hezîranê saet di 22:00 de, gerîlayên me li cihekî nêzî gundê Hecyan ê li herêma Çewlik-Kanîreşê, kontrola rê kirin. Li vir nasnameyên rêwiyan hatin kontrolkirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk operasyon da destpêkirin.

Artêşa TC di 27'ê Hezîranê de, li navçeya Gimgim a Mûşê derket operasyonê. Operasyona li vê herêmê dewam dike.

LI DERSÎMÊ ÇALAKIYA LI DIJÎ QEREQOLA AMÛTKAYÊ

Roja 27'ê Hezîranê saet di 18:00 de, gerîlayên me li hemberî qereqola Amûtka ya ser bi navenda Dersîmê çalakiyek pêk anîn. Di kêliyeke ku leşker li hev civiyabûn de, çalakî hat lidarxistin. Hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehat zelakirin.

Ev çalakiya ji aliyê Tîma Tolhildanê ya Şehîd Zîlan ve hat kirin, bi wesîleya salvegera 30'ê Hezîranê hat lidarxistin.

BALAFIRÊN ŞER BOMBE LI QENDÎLÊ BARANDIN

Roja 27'ê Hezîranê saeta di navbera 13:00-15:30 de balafirên şer ên artêşa TC bombe li herêma navbera gundên Elîreşê û Bestê û gundê Ebûbekîr ên  li herêma Qendîlê barandin."