Cenazeyê şervanê YPG'ê Mervan Reş hat veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Mervan Hesen Selman bi nasnav Mervan Reş ê li bajarê Şedadê jiyana xwe ji dest da, li goristana Şehîd Rustem Cûdî hat veşartin.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Mervan Hesen Selman bi nasnav Mervan Reş ê li bajarê Şedadê jiyana xwe ji dest da, li goristana Şehîd Rustem Cûdî hat veşartin.
Cenazeyê şervanê YPG’ê Mervan Hesên Selman (Mervan Reş) ê di 25'ê Hezîranê de li gundê Marlha yê Şedadê di encama teqîna mayînekê de jiyana xwe ji dest da, li goristana şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê hat veşartin.
Bi hezaran kes ji şêniyên bajarê Dirbêsiyê û bajarokê Zirganê, ji bo wergirtina cenazeyê têkoşer Mervan Reş li pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan hatin cem hev. Piştî wergirtina cenaze, girseya gel ji vir berê xwe da goristana Şehîd Rustem Cûdî.
Li goristanê merasîmeke leşkerî hat lidarxistin. Paşê Hevserokê Desteya Malbatên Şehîdan Fatima Tahir, Endamê Tevgera Civaka Demokratîk Himêd Miêş û li ser navê malbata têkoşer jî Mela Selman axivîn û sersaxî ji malbata têkoşer re xwestin. Qisekeran soza şopandina rêya têkoşeran dan.
Piştî axaftinan nasnameya têkoşer hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyê têkoşer Mervan Reş hat definkirin.