Hevpeymana Civakî ya Bakurê Sûriyeyê ji aliyê meclîsa damezrîner ve hat erêkirin

Piştî nîqaşên du rojan, Hevpeymana Civakî ya Bakurê Sûriyeyê ji aliyê Desteya Rêxistinî ya Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ve hat erêkirin.

Desteya Rêxistinî ya Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê di civîna ku li navenda meclîsê ya li bajarê Dêrikê pêk hat de pêşnûmeya hevpeymana civakî erê kir.

Di civîna 2 rojan de beşdaran pêşnûmeya hevpeymana civakî xwendin û hin xalên wê sererast kirin. Pêşnûme ji bilî navê sîstema federal bi awayekî giştî hat erê kirin.

Der barê navê sîstema federal de beşdaran 3 pêşniyar kirin û wê pêşniyar ji civîna dema pêş a Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê re bê pêşkêşkirin.

Pêşniyarên ji navê sîstemê hatine pêşkêşkirin wiha ne:

-Sîstema Federal a Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê

-Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava –Bakûrê Suriyeyê

– Sîstema Federal a Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê.

Her wiha di civînê de biryar hat girtin ku pêşnûmeya hevpeymana civakî ji aliyên siyasî yên peywendîdar re bê pêşkêşkirin û di dezgehên çapemeniyê de were weşandin.

Beşdaran biryar dan ku pêşnûmeya hevpeymana civakî ji meclîsên zagonsaz ên Kantonên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re were pêşkêşkirin û ji bo gotûbêjkirina pêşnûmeyê civîn bi wan re bêne lidarxistin.

Desteya Rêxistinî ya Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federal wê îro encamnameya civîna xwe eşkere bike û li ser malpera fermî ya Sîstema Fedaral bi navê, /http://www.fdr-bs.com/ar/ biweşîne.

Desteya Rêxistinê ya Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federal  wê di 27`ê Tîrmeha 2016`an careke din kom bibe.