Çeteyên Qesrê malên li Şirnexê didin ber topan

Çeteyên Qesrê, hinek malên li Taxa Vakifkent a Şirnexê dan ber topan.

Li Şirnexa ku ev 107 roj e êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk lê didomin, çeteyên Qesrê avahiyan didin ber topan û tankan. Tankên ku danê sibehê li Taxa Vakifkentê li nav kolanan hatin bicihkirin, nêzî 2 saetan e avahiyan didin ber topan. Şewata ku ji ber topbarandina avahiyan derketî, hîn jî dewam dike.

Li gel vê jî li Taxa Bahçelîevlerê jî dengê çekan çekan bilind dibe. Têkildarî şerê li herêmê derketî ti agahiyên zelal nehatine bidestxistin.