Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî da xuyakirin ku ji bo bîranîna Zeynep Kinaci (Zîlan) li nêzî gundê Hêbdoke yê mabeyna navçeyên Dêrik û Wêranşarê, hêzên gerîlayan li hember wesayîta zirxî ya Kobra çalakiya sabotajê li dar xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîlayan ev agahî parve kirin:
“29’ê Hezîranê saet 16.00’an li nêzî gundê Hêbdokê yê mabeyna navçeya Dêrik a Mêrdînê û Wêranşar a Rihayê, hêzên gerîlayên me li hember wesayîtek zirxî ya Kîrpî çalakiya sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de wesayît bi temamî hate ruxandin, 4 leşker jî mirine. Dîsa hêzên me saet 18.00’an li dijî wesayîtek din a zirxî ya Kobra ku polîsên tîmên taybet tê de bûn û bi armanca destwerdanê hatibûn, çalakiya sabotajê li dar xistin. Ev wesayît jî hate îmhakirin, lê hejmara mirî û birîndaran nehate zelalkirin. Piştî çalakiyê bi dehan ambûlans ji bo wergirtina mirî û birîndaran hate cihê bûyerê.
Ev çalakiya di şexsê hevrê Şehîd Zîlan ji bo bersivdayîna êrîşên li ser gelê Licê hatiye lidarxistin.
28’ê Hezîranê hêzên me li dijî qereqola Girê Sor a girêdayî navçeya Şax a Wanê çalakî li dar xistin û leşkerek mir, leşkere jî birîndar bû. Piştî çalakiya li hember qereqola Girê Sor, qereqolê derdora xwe da ber hewan û tankan. Di encama van bombekirinan de 2 hevalên me şehîd ketine. Dema sicîlên hevalên me yên şehîd eşkere bûn wê bi raya giştî re bê parvekirin.”
LI SÊGOŞEYA WESTAN-SERAY-ŞAX OPERASYON
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku artêşa Tirk li sêgoşeya Westan-Seray-Şaxê dest bi operasyonekê kiriye, wiha dom kir: “28’ê Hezîranê saet 00.00’an artêşa TC li sêgoşeya Westan-Seray-Şaxê dest bi operasyonekê kiriye. Ev operasyone bi şêwazekî çiyayê Artos, qada Şarapet, Qirika Golgenî, gundên Kanermîra, Sorander, Alîçe û Darînos digire nav xwe didome.
29’ê Hezîranê danê êvarî artêşa TC derdora gundên Çemê Alik, Gezan, Paşê Çiya, Vaşîn, Sipeynik û Kêlaxsî yên girêdayî navçeya Licê ya Amedê bi obus û hewanan bombe kir.”
BALAFIRÊN ŞER ÊN TIRK QADÊN GERÎLA BOMBE KIRIN
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî êrîşên balafirên şer ên Tirk jî ev agahî dan: “29’ê Hezîranê saet 10.30-11.00’an balafirên şer ên artêşa TC ji Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê, qadên Mêrge û Govendê yên girêdayî herêma Avaşînê bombe kirin.
29’ê Hezîranê saet 12.00-14.00’an balafirên şer qûntarên girê Karker ê girêdayî herêma Xakûrkê, girê Sîro û qûntarê wê, qadên Ranya Pirê û Kurê Mizgeftê bombe kirin.
30’ê Hezîranê saet 08.45-10.00’an balafirên şer qada Deriyê Dawetiya ya girêdayî herêma Heftanînê bombe kirin.”