Cenazeyên 3 berxwedêrên Nisêbînê li Mêrdînê hatin veşartin

Cenazeyên 3 berxwedêrên Nisêbînê, ku hê nasnameyên wan nehatine diyarkirin, li Mêrdînê bi merasîmekê hatin veşartin.

Cenazeyên 3 berxwedêrên Nisêbînê, ku yek jê jin e, ji aliyê MEYA-DER'ê ya Mêrdînê ve ji Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê hat wergirtin. Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim û gelek welatiyan cenaze birin Goristana Gel a li Mêrdînê û bi merasîmekê ew veşartin.

Hevseroka MEYA-DER’ê ya Mêrdînê Gulbeyaz Guneş di merasîme de axivî û diyar kir, ji ber ku îşkence li cenazeyan kirine û bi wan lîstine, nayên naskirin.

Piştî axaftinan cenazeyên her 3 berxwedêrên Nisêbînê li ber duayan hatin definkirin.

Ji berxwedêrên nasnameyên wan nehatine tespîtkirin û li Mêrdînê hatin definkirin, 7 ji Nisêbînê, 5 ji Cizîrê û 9 jî ji Hezexê ne.