Ji welatiyên ku li hemer dorpêç û operasyonên hezaran leşkeran ên li navçeya Licê ya Amedê didomin, 2 kes bi êşkenceyê hatin qetilkirin. Îro nêzî 20 welatiyên ku xwestin biçin herêma ku şer lê derketiye ku 200 metreyan nêzî gundikê Mehlê yê girdayî gûndê Kerwasê ye, hatin rawestandin û ji aliyê tîmên taybet, polîs û leşkeran ve hatin êşkencekirin.
Li gorî agahiyên gundiyan dane, ji van welatiyan 2 kes bi êşkenceyê hatin qetilkirin.
Têkildarî nasameya her 2 welatiyan agahî nehatin girtin û gundiyan ev tişt gotin: “Di nava 20 kesên ku xwestin biçin cihê şer 2 kes birin cihekî cuda. Piştre cil û bergên wan ji wan kirin. Serê wan xistin nava avê û êşkence lê kirin. Piştî êşkenceyê her 2 kes kuştin û lingên xwe danîn ser serê wan û wêne kişandin.”
Li aliyê din gundiyan anî ziman ku şewata derketî pir nêzîkî malên gund bûne. Ji bo zarok, pitik û kal ji dûmanê bên parastin banga lezgîn kirin ku her kes bikeve nava tevgerê.