Avesta: Ti hêz nikare bi civaka li ser xeta Zîlan

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta di bernameyeke taybet a Stêrk TV, di salvegera 20. de çalakiya fedayî ya Zeynep Kinaci (Zîlan) nirxand.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta di bernameyeke taybet a Stêrk TV, di salvegera 20. de çalakiya fedayî ya Zeynep Kinaci (Zîlan) nirxand.

Avesta di destpêka bernameyê de got, "Di salvegera 20. a çalakiya hevrê Zeynep Kinaci (Zîlan) de, di şexsê hevrê Zîlan de hemû şopdarên xeta Zîlan, di 91. salvegera darvekirina Şex Seyîd de hemû şehîdên têkoşîna gelê Kurdistanê bi rezdarî bibîr tînim, bejna xwe li ber bîranîna hemû lehengan ditewînim. Ew soz û peymanên me dan e wan dubare dikim."

Avesta bi bîr xist, ku di ser çalakiya fedayî ya Zîlan de 20 sal derbas bûne û got, "Di dîroka gelan de, bi taybetî jî di dîroka gele me cara yekemîn e çalakiyeke bi vî regnî, bi fedayane, ji her alî ve rêxistinbûyî, dema wê, şêwazên wê, rêbaza pê ketiye nava tevgerê û encamên bi dest xistiye, pêk hatiye. Sedemên wê çalakiyê hebûn. Hevala Zîlan hema ji xwe neket rê û ji xwe ev çalakî  pêk ne anî. Berî vê bi 20 salan dîsa li ser gelê Kurdistanê, dewleta Tirk bi hemû dijwariya xwe êrîşen xwe devam dikir. Îmha û înkar berdewam dikir. Kuştinên kiryarên wan diyar ku di bi navê kuştinên kiryar nediyar dihat kirin, ji aliyê dewlet û siyaseta Tansû Çîller û Dogan Gûreş ve dihat dewamkirin. Bi sedan însan bi rengekî veşartî hatin qetilkirin û davêtin bînê bîran. Bi mîlyona mirov ji gundên xwe hatin derxistin. Dîsa gelek însan di binê zîndanan de bê sebeb hatin girtin, hetanekê şehîd ketin. Di encamê de siyaseteke bi hemû awayî ya tund li ser gelê me dewam dikir. Em baş dizanin ku navenda vê siyaseta qirkirinê jî hedefên wan ên esasî Rêber APO bû. Bi hemû awayî dixwestin dor li Rêber APO bigirin ku kû Rêber APO di nava komployekê de tine bikin. Sala 1996 saleke taybet e di dîroka tekoşîna me de. Bi taybet hêzên alîkar ên Dewleta Tirk. Hem ji hêzên herêmî yên ku bi dewleta Tirk ve girêdayîne xwedî berjewendiyên xwe bêtîrî xwe esas digrin. Ev hêzan hemû bi hev re bi desteka îstîxbarata dewleta Îsraîlê xwestin Rêber APO di Şam ê de bi rengekî fîzîkî jî tine bikin. Di 6'ê Gulanê 1996 de li Şamê êrîşekî bi teqemeniyê pêk anî. Dibe ku ev teqandin bi ser neket, ji ber ku tedbîrên Rêber APO yên ewlekarî û dîsa pêşdîtinên Rêber APO hebûn ku ew êrîş pûç bû. Heval Zîlan jî, xuya ye ev êrîş ji nêz ve hîs dikir. Hevala Zîlan, hevaleke zanist e, xwedevandeke di hêla dîrokî de kûrbûnek xwe heye. Di hêla zanebûn de gotin û kirina xwe yek e. Rastiya Serokatiya Kurdistanê baş dizane. Zane ku Serokê Kurdan ku di nameya xwe de jî anîbû ziman, eger serokekî Kurdan ê bi rastiya Kurdan têbikoşiya dikarîbû Kurd û Kurdistanê azad bikira. Ji ber vê yekê, cara yekemîn hevala Zîlan dibîne ku Rêber APO derdikeve û di hedefa dijmin de ye. Li hemberî wê bû, derketina hevala Zîlan. Hevala Zîlan bersivek da êrîşên dijmîn û dijmin bi wê êrîşê gaveke pir cîddî şûn da avêt. Careke din êrîşên vî rengî pêk nanî. Hevala Zîlan dijmin xist di nava tirs û xofên giran. Di vî warî de Serokatî qala hevaltiya kêmayî dikir. Hevala Zîlan, esas bersivdayîna hevaltiyek kêmayî ku hetanî wê demê weke hevrêyên Serok APO, endamên partiyê, mîlîtanên partiyê û wekî şopdar lê erkê xwe pêk ne anîn kêmasiyên me, nebesiyên mebûn. Heval Zîlan di aliyekî de bersiva van kêmasiyan da. Li pêşiya êrîşên dijmin seknek diyar kir. Armancên wê çalakiyê ew bûn û bi taybetî jî dilsoziya hevala Zîlan û Serokatî dide diyarkirin."

'ZÎLAN SEKNEKE JINA AZAD E'

Avesta bal kişand ser destketiyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd û tevahiya gelên Rojhilata Navîn afirandiye û destnîşan kir, ku Zîlan rastiya Rêbertî baş dîtiye.

Avesta xeterî û gefên xiyanetê yên di wê demê de li tevgera wan dihat xwarin jî bibîr xist û got, "Mesela di destpêka tevgear me de li zîndana Amedê yên xiyanetê dikin hene. Şahîn Donmez. Di wê demê de teslîmî dewleta Tirk dibe û xwe difiroşe û îxanetê dike. We demê Şahîn Donmez ji dewleta Tirk re dibêje hûn hemû kadroyên PKK tine bikin jî, eger hûn APO neyînin, hûn wî nexin zîndanê û hûn wî tine nekin, APO wê ji keviran jî însanan çêbike û têkoşîn bike. Di sala 1996'an jî îxanetên bi wî rengî pir zêde bûn. Wê demê belkî xwe nedabûn der, xeta Şemdîn Sakik ya Zekî di nava hereketê de bi rengekî provokasyon, bi rengekî jiyanekî ketî dixwest ferz bike. Bi wî rengî di nava hereketê dixwest tesîra Serok APO tine bike, hereketêm ji cewherê wê dûr bîxe û bi jiyana azad bileyîze. Her tim Rêber Apo hedef nîşan didan. Zekî, ji dewleta Tirk re dibêje, hûn APO neyînin APO bîmîne hûn çi bikin jî hûn nikarin PKK ê xilas bikin. Hûn gerîla jî tasfiye bikin hûn gel hemû bigrin, ji têkoşînê dûr jî bixin, eger APO li derve be wê vê têkoşînê bi ser bixîne. Hevala Zîlan li hemberî van, vê girîngiyê dibîne. Dibîne ku mîlîtanên azadiyê tekoşînêk mezin nekin, rêbazek nû nafirînin, di taktîkên şer de afirîneriyekê nekin, derketinek nû nekin Serok APO wê tesfiye bibe. Gerîla êdî xwe nû nake. Xwe dubare dike. Hevala Zîlan tam di wê demê de derketinek çêdike. Kûrahî li ser çalakiya xwe disekine. Dibêje 'ez dixwazim bibim xwedî jiyanek bi wate û çalakiyeke mezin.' Ji ber ku hinek kes dixwazin jiyanê bêwate bikin. Dixwazin di çalakiyê de ketinê çekin, biçûkbûnê çêkin. Li hemberî wê zihniyeta  kevneperest, yên li hemberî hemû nirxan bêrûmet, hevala Zîlan xwedawendiyeke esas digre, derketinek nû esas digre û çalakiya fedaî esas digre. Ji bo vî jî hevala Zîlan di 30 Hezîrana 1996'an de tam 20 sal berî niha li hemberî wê zîhniyetê wê leyîstîkê ku dihat çêkirin çalakiyêk mezin lidarxist. Hevala Zîlan hem bi navê xwe ku cihê ku jê girtiye qetlîama Geliyê Zîlan ku li Agiriyê pêk hatiye ew qetlîam çava ku çeteyên DAIŞ'ê niha qetlîama her cihî pêk tinin yan Geliyê Zîlan jî hin wê demê jî hovanetire. Wê deme jî ewqas qetlîam hene. Hevala Zîlan bi wê kînê jî tijî ye. Yanî dizane ku bersivdayîna hemû qirkirina ye, hemû qetlîama ye, hemû berûmetiya ku li civakê tê kirine û dest dirêjahiya ku li jinan, li civakan tên kirin li hemberîb hemûyan kîn û nefreteke wê heye. Di heman demê de ku cihê çalakî ku hilbijartiye bi wate ye. Hevala Zîlan dizan e, li Dersîmê 1938'an de fermana li serê gelême yê ku Elewî hatiye, bi hezaran insan di şikefta de hatine şewitandin, hatine fetisandin li ser wana hatine çîmento kirin û bi sedan keçên Elewî bi hovîtiya faşîzma dewleta Tirk re rû bi rû man e. Wa jinan li ser zinaran porê xwe bi hev re girêdan û xwe ji tehtan avêtin. Dibêjin hetanî niha jî di strana de heye ava Mûnzûr ê ji porê keçan tê girtin û ava çemê Mûnzûrê bi mehan, bi laşan xwînê diherike. Van hemûyan bandor li hevala Zîlan kir. Hevala Zîlan hem bi navê xwe hem jî cihê çalakiya xwe bizanebûn hilbijartiye. Ji bo wê jî çalakî wateyek mezin tê de heye, jiyanek mezin tê de heye. Di wê çalakiye de hevala Zîlan hem di milê taktîk de hem di terzê lêxistinê de hem di hêla dema û rêbazên wê de bi sekneke jina azad çalakî hemû awayî serketî ye. Ev çalakî êdî dibe xetek nû, dibe felsefek jiyaneke nû û dibe derketinek nû. Ji wî rengî xîtabî Serok APO dike. Waya jî di nameya xwe de dibêje 'Xwezî ji canê min zêdetir tiştek hebûya ku di min oxira azadiyê de, di oxra we de feda bikira. Lê tenê canekê min heye û wî canî jî ez dilxweşî oxira we de didim.' Hevala Zîlan jî dizane, di kesayetiya hevala Zîlan de yê ku şehîdan mezin bike Reber APO ye. Ji bo wê jî dibêje çavên min jî li pişt namîne û bersiva wan jî hin bi kûrahî tuyê bide. Û bîr û baweriya xwe Serok APO re dide diyarkirin."

'ZÎLAN DEWAMA XETA SARAYAN E'

Sozdar Avesta da xuyakirin, ku dema Zîlan çalakiya xwe pêk anî, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ban li hemû hêzên gerîla kir û nameya Zîlan gotin bi gotin, xwend û şîrove kir.
Avesta diyar kir, Rêberê Gelê Kurd nameya Zîlan weke wasiyetekê nirxand û wiha dewam kir, "Got ev ji bo min û ji bo her kesî wekî wasiyetekê ye. Wasiyet çi ye? Ferman e. Tişta emir dike. Tiştê hevala Zîlan gotiye Serok APO digot hemû ji bo me ferman in, talîmat in. Rêber APO, got 'Zîlan fermandara me ye, em hemû di bin emrê wê de leşker in'. Serok APO got, divê her kes li ser xeta Zîlan têbikoşe û Zîlan fermandara me ye. Rêber APO, hevala Zîlan berdawamiya xeta Kemalan, Mazluman, Saraya ku zîndana Amedê destpêkirin Mehmet Xeyrî Dûrmûşan, Akîf Yilmazan, Alî Çîçekan, Ferhat Kûrtayan ku li hemberî hemû zilm û zorê li zîndanê de hetanî canê xwe dan, goşt û hestî hemû ji hev ketin li ber xwe dan, serî li ber faşîzmê netewandin, bê rûmetî qebûl nekirin, têkoşîna xwe bêteredût berdeam kirin...Eger azadiyek hebe, eger jiyanek wek hev hebe, eger tekoşînek bi rûmet tê dayîn divê bi Serok APO re bê kirin. Yanî Zîlan êdî ji bo me pêngavekî nû bû. Yanî di tekoşîna azadiya gelê Kurdistanê de sala 1996 berî wî piştî wî şîrove kirin heye. Çawa piştî 21'ê Adarê çalakiya hevalê Mazlûm bû îradeyekî mezin. Dîsa 14 Tîrmehê çalakiya hevalê Kemal, Akîf, Xeyrî, Eliyan bû mîladek, di heman demê de ya Ferhatan bû mîladek, dîsa 28 Adarê ya Egîdan, di heman demê de 30 Hezîranê jî bi giştî ji bo tevgera azadiya lê bi taybet ji bo jinên Kurdistanê, ji bo mîlîtanên PKK yên jin hîn watedar derket holê. Rêber APO, ev name hem wasiyetek hem jî manîfestoyek azadiyê bi nav kir. Manîfesto riyate diyar dike, pîvanên te yê jiyanê diyar dike, felsefa, pîvan, rêbaza lêdanê diyar dike. Manîfesto ev e. Manîfesto tu çawa dikarî bijî, tu çawa dikarî şer bike. Ev Manîfesto wekî roja yêkemîn jî zindî ye, rê nîşanî me dide, rêya me ronahî dike. Ev felsefa jiyanê tevgera azadiyê dide qezenç kirin.
 
'PÎVANÊN TEKOŞÎNA ME HEVALA ZÎLAN E'

Perspektîfên Rêber APO, pîvanên tekoşîna me hemû bû xeta hevala Zîlan. Di hêla tarzê gerîla de, di hêla jiyana gerîlla de, di hêla sekna jîna azad de bûn pîvan. Beriya hevala Zîlan jî şehîdên me hebûn. Hevala Zîlan dizane xeta berxwedanek a jinê heye û vê dibîne. Dema zîndana Amedê jî berxwedana hevala Sara, Mazlûm û Kemalane û hemû hevalan, jin gihiştin xwebûnê, sekneke azad girtin dest. Hevala Zîlan bi wê sekna xwe ya di nava tevgerê de hemle çêkir. Pêderketin çêkir. Tevgera azadiya jin jî ji bo xwe êdî pîvanê heq, somût, pratîktîkî dît. Ji bo wê jî pîvanê azadiyê êdî ev bû. Çawa dikare êdî tekoşîn bike, li ser kîjan esasa wê ev pêk were da diyarkirin. Girêdanbûna li ser welatparêziyê, dîsa tarzê tekoşîna jin, xwe birêxistinkirina jinê, îradeya azad, dîsa sekna azad, hêza xwe ya cewherî ya şexsî derxistina holê û dîsa weke jin, pîvanên esasî, xweşîkbûna jin, nêrîna cuda ya jin, bi rengekî hê cudatir li meseleyan mêze kirin, di hêla estetîk, eşq û xweşîkbûnê de jî êdî pîvan hê mîsoger kirin… Hemû afirêneriya tekoşîna Rêber APO ye. Rêber APO ev pîvan dan tevgera jin. Li ser wî esasî teoriya qutbûnê îlan kir. Jin, li ser îlkeyê Zîlan wê koletiya hezaran salan ji xwe dûr bixîne. Xwe ji deshilatdariya zilam wê dûr bixîne. Rê li ber jinê xist ku bê wê çawa xwe ji fesadî, ev dûrbûna di nava jin de, mejiyê jin ê bi hemû avayî hatiye tunekirin xwe dûr bixe, çawa xwe qût bike û pêla têkoşîn mezin bike. Rêber APO, di vî warî de israr kir. Sala 1993’yan arteşa jin hatibû avakirin, YAJK hatibû avakirin, lê hê jî kêmasiyên xwe gelek bûn, nebesiyên xwe gelek bûn. Ew ruhê koletî, felsefeya koletiyê, di ketina xeta jiyana azad de zehmetiyek cîdî çêdikir. Hevala Zîlan mudaxaleyî vê kir. Serok APO jî êdî di xeta Zîlan de pîvanên nû dan tevgerê. 2 salan piştî çalakiya hevala Zîlan, pêşenga tekoşîna azadiya me ya azadiya tevahî jinan ya tekoşîna azadiya civakê hevala Sema Yûce, hevala Zîlan wekî rêbaz ji bo xwe esas girt. Xeta wê ji bo xwe wekî ronahiyek û felsefeyekî azadiyê dît, di zindanê de derketinek nû çêkir. Nameya hevala Sema bi kûrahiya xwe, bi tekoşîna xwe, li hemberî desthilatdariyê û li hemberî hemû zaefên beşerî ji bo xwe ji nû ve çêkirinê wek manîfestoyekê ye. Di heman demê de hevalê Fîkrî Baygeldî cara yêkemîn di vê astê de bê ka xortekî azad, cîwanekî azad, mêrekî azad çawa çêdibe, ev wek pîvan daniye holê. Berdewama mîlîtanên azadiyê bi van hevalan hê jî mîsoger dibe. Hevalê Fîkrî jî dibêje "Ez wekî xortekî êdî jina Kurd, têkoşîna jina Kurd di şexsê hevrê Sema de ji bo xwe esas digirim, hevala Sema fermandarê xwe dibînim. Ew fermandara min e û ez jî leşkerekî wê me. Ez dixwazim wek leşkerekî wê bibim layiq. Rêber APO jî vê digot; "Di şexsê heval Fîkrî de zîlamtiya hezar salan êdî tê kuştin, tê tunekirin. Bi rastî jî derketinek nû ye. Ew jî di nameya xwe de dibêje ku "Serokê min ez ewqas ji te hez dikim, bi eşqeke pir mezin gîrêdayîme. Ji ber ku ez gihiştim asta ku jina Kurd gihiştiyê, ez ketim wê zanebûnê." Heval Sema jî di nameya xwe de dibêje "du roj li asîmanan nabe. Du navendên eşqê nabin." Hin kesan bi rengekî sextekarî, bi rengekî desthilatdarî dixwestin xwe wekî navend diyar bikin, xwe wekî serok diyar bikin. Careke din sekna hevala Sema, tarzê wê dek û dolab vala derxistin. Ji bo wê jî xeta azadiya jin di vî warî de jî serî netewand. Mesafeke xurt distand. Serok APO, êdî bi îdeolojiya rizgariya jin, îlkeyên azadiya jin ve di vê demê de bersivek da çalakiya hevala Zîlan û hereketa jin, li ser pîvanan pêş xist. Di Adara 1998’an de îdeolojiya Rizgariya Jin hat îlankirin. Rêber APO, îlan da raya giştî. Wê demê hevala Sema bersivek da Rêber APO. Got ku "Serokatî bersivê dide nameya hevala Zîlan, ez jî bersivê didim Rêber APO. Ez ji 8 Adarê hetanî 21’ê Adarê dixwazim bibim pireke ji agir, jiyanêk nû ava bikim. Ez dixwazim di wir de xeta Zîlanan mîsoger bikim, bêdawî bikim, nemir bikim. Tevgera Jin hetanî niha jî li ser wê xetê dimeşe. Ji milê wijdanî, exlaqî xwedî kûrahiyekê ye, ji milê jiyanî jî felsefeyek kûr tê de veşartiye. Tevgera Azadî niha jî li ser vî esasî dimeşe. Arteşbûn YAJK e. YAJK hetanî partîbûna jin hetanî PAJK’ê hat û weke partî dîsa bi hemû awayî li her çar beşê Kurdistanê bi dehan meclîs, kongre, rexistin û di her beşekî de parastina cewherî ava kir. YJA-STAR wekî esasekî arteşbûna jin, çawa ku xwe bi rexistin kir, partîbûn ava kir, komîn, meclîs çêkirin, ev hemû jî bersîvdayina çalakiya Zîlan, Sema, Fîkrî ne."

'HEVALA ZÎLAN, BERSIV DA HEMÛ ŞEHÎDAN'

Avesta di herikîna bernameyê de ev nirxandin kir:

"Mirov eger wê rojê, yanî roj û dema çalakiya hevala Zîlan bigire û bîne îro, gerek hinek şîrove li ser bê kirin û mirov li ser raweste. Tiştê ji bo me jî pêwîst e ev e. Serok APO dibêje li ser şehîdan pir gotinkirin jî ne rast e. Hindek li ser şehîdan demogojî dikin. Taybet em vê di rastiya dijmin de dibînin. Faşîzma dewleta Tirk kîjan serok be, serokkomarê wan be, qaşo felsefeya şahadetê dide pêş, lê hemû ji bo berjewendiyên xwe ne. Hemû demogojî ye. Hemû lafazantî ye, hemû ji bo ku civakê pûç bike, bixapîne pêk tên. Lê, rastiya Tevgera Azadiyê û Serok APO de ev ne wisa ye. Çalakî li ser armancekê hatiye kirin, çalakî li ser hedefekê hatiye kirin. Gelê Kurdistanê û Rêberê wê hemû ji ber xwe neketin vê rêyê. Zilma hezarî salan, tunekirinê, fikr û ramanê ku hezar salan xwestin serwer bikin û îmha bikin. Dema em dibêjin îmhakirin, tiştek namîne. Wekî kole jî êdî tu yê neyê naskirin. Kole jî statuya xwe heye. Lê navê cîvaka Kurdistan, gelê Kurdistan ku civana herî resen û kevnar e, nîne. Erdnîgariya wê hatiye tunekîrin, dîroka wê hatiye înkarkirin, tunekirin, çanda wê bi qirkirinê re hevrû maye. Zimanî wê tune tê hesibandin, qedexe ye. Heywanek jî bi azadî denge xwe derdîxîne. Lê, Kurdek bi zaravayê xwe, bi zimanê xwe nikare xwe îfade bike. Tevgera Azadiyê, Rêber APO li hemberî vê derketiye, ji ber wê têkoşîn mezin kiriye. Ji bo wê jî di van çalakiyên fedaî de ev bîngeha mezin heye, ev nirxên mezin hene, ev rastiya heqîqeta mirovahiyê heye. Ev xet ji şehidê yekemîn Heqî Karer destpê kir, her wext û demê, hezaran heval şehîd ket, ev bû wekî sembolekê. Heval Mazlum Dogan di zindanê de dibêje APO’yiyên biçûk mezin nîne, Serokatî jî dibêje şehîdê mezin biçûk tune. Tenê hinek hevalan pêşî li felaket û kaosên mezin girtine. Yek şehîdek di wê wextê de bûye bersiva hemû tiştan. Nimûne, heval Zîlan di dema xwe de bersiv daye hemû şehîdên wê demê şehîd ketine. Di şexsê xwe de hiştiye xeta şehîdan berdewam bike.

Em îro jî temaşe bikin, piştî 20 salan dûv hevala Zîlan hezaran şehîd hene, di vê xetê de di heman demê de yên ku ser xeta fedaiyane yên ku bi zanebûn mora xwe li dîrokê xistine hene. Di 2002’yan de Hevala Gulan temsiliyeta xeta pîroz bû, fermandara hêzên fedaî bû, bi şiklekî hovane hate qetilkirin.  Bi vî rengî di xeta Zîlan de artêşek fedaiyane heye. Her wextê ev xet derketiye pêş û xwestiye bersivekê bide dijmin. Ev bi navê PKK’ê be yan jî navê rêxistinên cuda be, piştî 1999’an li ser Serokatî komploya navneteweyî çêbû, xwestin di şexsê Serokatî de vê xetê û rêxistinê tune bikin. Sema Yuce bersiv da vê yekê.

Dema ku pêvajoya aştiyê destpê kir, dewleta Tirk gav navêt. Di zihniyeta xwe de israr kir û nehat çareserkirinê. Îro ango heya 2016’an jî em dikevin 20’emîn salvegera çalakiya heval Zîlan, hê jî faşîzm berdewame."

'ÇALAKIYÊN NIHA BERDEWAMA XETA ZÎLANAN E'

Rexmê hemû hewldanên Rêber APO, di bin tecrîdê de her wext xwest pêvajoyek nû pêş bixe. Dewleta Tirk dest ji ev firsenda dîrokî berda. Niha jî PKK û rêxistinên cuda yên girêdayî Rêbertiyê çalakiyên bi rêbaza Zîlan pêk anîn. Teyrê Bazên Kurdistan(TAK) fedaiyên Rêber APO ji Erdalan bigire heya 2012’an Êrîş û Andok, di 2016’an de Zinar Raperîn, Doga Jiyan û heya Eylem berdewamiya vê xetê ne. Milîtan û endamên vê tevgerê ji bo xwe kirine sonda azadiyê. Kesê dibêje ez şopdarê Heval Zîlan im, rê nade ku dewlet faşîzma xwe li ser gel bide meşandin û ev xet berdewam kiriye. 

Di hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an de dewletê dît ku weke tê xwestin nikare Kurdan tune bike. Kurd ber bi statuyekê ve diçe, mafê xwe bi dest dixin û ber bi azadiya xwe ve diçin. Dewlet dîsa hat ser rêbaz û şêwazê xwe. Tiştên beriya niha 30-40 salan daye meşandin, di şexsê Serokatî de tecrît û zext, li ser Kurdan pêkanînên qirkirinê, girtin û tunekirinê, pêk tîne. Dîsa girtina endamê HDP’ê Xurşît Kulter ev mehek e hatiye windakirin, hema berdewamiya van e. Yanî zihniyeta Çîler û Guler, îro jî ji hêla Erdogan û Yildirim berdewam e, berî wê jî Ahmet Davutoglu bû. Ev niha zihniyetek e, di vê zihniyetê de ew bi israr in. 

'ZÎLANBÛYÎN, PÊŞ KETINE'

Em jî vê vekirî dibêjin, êdî em felsefe û îdeolojiyek in, rêxistinek in, ev rêbazekî jiyanê ye. Tevgera APO’yî êdî îdeolojiyek e, Rêber APO heqîqet û rastiya vê ye. Bi vê rêbazê dixwazin bêjin em ê çokên wan bişkînin, stû li wan bidin tewandin û îradeya wan bişkînin. Wê qet nikaribin xeta Zîlan, Sema, Zinaran, Doga, Eyleman têk bibin.... Rêbazê wê çi dibe bila bibe, êdî civakek Zîlan tê de yî, pêş ketiye. Xwedavendî êdî bûye ruhê dayikan. Ev salek e li Bakur di şexsê dayikan û milîtanan de têkoşînek heye, yên xeta parêzvanê mirovahiyê ne, YPS, Xebatkar û di şexsê dayika Taybet, Asya, Fatma, Sêvê, Pakîze, dayika Cemîle, bi hezaran yên wekî van êdî bûne Zîlan, ketine nava civakê. Her jinek Zîlanek e. Hemû ciwan xwedî heman fikir e, Sema û Zîlan in. Êdî hemû gelê me di vê xetê de ye. Yanî piştî 20 salan, di gelekî de fedaîbûn pêş ketiye. Êdî fedaîbûn ne di şexsekê de , di hemû gel û neteweyek demokratîk de ye û di derketinek nû de ye. Ev fikir, ne tenê li Bakure Kurdistanê, li tevahî Kurdistanê hatiye belavkirin. 

Îro li Rojava, Zîlan di şexsê Arînan de ye. Yên ku nehiştin Kobanê bikeve, ruhê wekî Arînan bû. Yên ku wehşet û faşîzma dijmin paşde xist Arîn in. YPJ’e, bi ruhê Arînan heqîqetek e. Îro ji hemleya Minbicê jin hilgirtine. Çawa jinan ew ebaya reş ji ser xwe avêtin, cilên rengûreng wergirtin, yên ku xwestin koletiyê ji ser xwe bavêjin, fedaiyên xeta Arînan in. Arîn berdewamiya Zîlan e. 

'FELSEFEYA ZÎLANÊ BÛYE MALÊ TEVAHÎ JINÊN CÎHANÊ'

Di fermana Êzîdiyan a 3’yê Tebaxa 2014’an de ewqasî jin hatin kuştin û qetilkirin, hema di serê meha Remezanê de wekî pezan yên ku nesîbê xwe ji Misilmantî û mirovahiyê negirtine, bi bêexlaqiyek herî mezin çeteyên DAIŞ’e êrîş kirin. Ji ber ku 19 jin û zarokên Êzîdî teslîm nebûn, li Mûsilê bi zindî zindî şewitandin. Ew jin kî ne? Xeta berxwedanê ya Zîlan in. Eger di vê xeta Zîlan de berxwedan çênebiba, nedihatin şewitandin. Bindestî, koletî û teslimiyet qebûl kiriban, nedihatin şewitandin. Êdî felsefeya Zîlan bûye malê tevahî jinên cîhanê. Em vê vekirî jî dibêjin, wan xwe anîn vê astê. Li Şengalê di şexsê Vinar û Bêrîvan de rastî û heqîqet ya jinê ye. Dîsa Viyan jî wekî Zîlan li hemberî hemû tiştên xirab xelek çêkir û got jibîrkirin xiyanet e. Di xeta Viyanan de îro li Başûr derketinek nû çêdibe. Li Rojhilat, Şirîn çawa bi serbilindî heya ber benê darvekirinê jî dice, em vê dibînin. Di şexsê van hevalan de derketinek nû ye.

Jinên cihanê ji vê qewet û hêzek mezin digirin. Ji ber ku dijmin ji vê xetê ditirse êrîş dike. Çawa li Parîsê Endam û avakarê PKK’ê hevrê Sara, Leyla û Fîdan hatin qetilkirin, ji ber ku ji heqîqeta jinê ditirsin, ji bo wê ewqasî êrîşî jinê dikin. Êdî jinan xwe bi Zîlan, Sema û Sarayan bi rêxistin kirin û mezin kirine. Bi zanista îdeolojiya jinê di cîhanê de xwedî sekn, îradenek nû ne. Sîstema KJK’ê ya demokratîk êdî bîr û baweriya hemû jinan e. Ev girêdana bi çalakiya Zîlan û xeta şehîdan e. Ya herî rast ev e. Li ser şehîd tenê gotin ne rast e, divê ev xet berdewam be û xeta şehîd nekeve û bi ser keve. 

'GEREK TEKOŞÎN BÊ MEZINKIRIN'

Pêvajoya ku em niha tê de ne, li ser gelê me, tevahî gelan, jinan û Serok APO xeteriyek mezin ava kiriye. Di şexsê Serokatî de li ser tevahî gelê me ev heye. Serokatî ev 17 sal in di bin tecrîtek mezin de ye, salek û 3 meh in qet agahî jê nayê girtin. Çawa heval Zîlan xeteriya li ser Rêbertî dît, bi însiyatîf, zanebûn çalakî li dar xist, îro jî ji bo her kesekî û her milîtanek, welatparêzekî, di serî de ji bo endamên PKK’ê ev talîmatek e. Em rexne û rexnedayina xwe bidin, ev rexnedayîn dive bi şiklê çalakî be. Bi rêbazê derketinek nû be, pêwîst e em vê bikin. Em li dijî vê xeteriyê, li hemû qadan têkoşîn û çalakiyên xwe bêteredut, bêrawestandin bikin. Her kesek destê xwe deyne ser wijdana xwe û di eynika Zîlanan de li xwe mêze bike. Em xwe mêze bikin û ji xwe bipirsin çawa dikarin bibin bersiv? Vê dorpêç û tecrîtê bişkinin? Ev êrîşên li ser gelê me çawa tarûmar bikin? Em dikarin derketinek nû çêbikin. Pêwîst e em di şexê xwe de bersiva van pirsan bidin. 
Bi rêbaza Doga, Zinar û Eyleman divê em bersiva van bidin. Çi partî, çi şexs dibe, wekî Rêber APO dibêje mesele ne tenê çalakî ye, bi hemû awayî seferbûn e. Çalakî jî ne tenê xwe kirina bombe ye. Bi hezaran ketina nava tevgerê, xwe bi rêxistin kirin, piştgirî dayin, xwe pê re kirina yek û bi hemû nirxên xwe re bûna yek, bersiva wan e. Pêwîst e em êdî vê qebûl nekin. Çawa li Cizîra Botan gel bi saxî hatin şewitandin, li Nisêbinê bi bêrûmetî gel bi bombeyên qazê hatin qetilkirin û li Şirnexê tê berdewamkirin, pêwîst e em bi ruhê Zîlan, Mazlûm û Egîdan li hemberî vê bisekinin. Em ê çi bikin? Her yekî ji me em ê hê zêdetir însiyatifa xwe bi kar bînin, her kes wê hê zêdetir xwe berpirsar bibîne, her kesê bêje roja min îro ye, ne sibehê ye. Talîmat û fermana Fermandar Zîlan, Sema, Erdal û Egîd ev e. 

Zîlan ji yekî din hêvî nekir, li benda hinekî din nema, negot ku bila hinek kesên din bikin. Yê dibêje wext nehatiye, hinek kesan dike sedem, ev hemû tiştên wext û demên wê derbas bûne. Di şexsê van şehîdên û qehremanên mezin de êdî ev nayê qebûlkirin.

Hemû rêxistinên sivîl, hêzên jin, hêzên demokratîk, hêzên ciwanan û rewşenbîr dibînin. Yên ku endamên mafê mirovan e ji ber ku çune rojekê nobet girtine, niha girtine û avêtine zindanê. Wekî Prof. Şebnem Fîncanci. Tenê ji ber ku endamê rojnameyê hatine girtin, ew jî çûye nobet girtiye, hate girtin, ewqasî bêrûmetiya mezîn heye. Niha ji asta 96’an xiraptir e, wê demê ne di vê astê de bû. Kesek nikare bêje ji faşîzma Çîler û Gureş kêmtir e, berevajî, deh qatan zêdetir e. Ji ber ku textê Qesrê diheje û dawiya wî tê. Ewqasî zilm û zordariya wî ji tirsa bidawîbûna wî ye. Baş dizane dawiya wî hatiye. Li ser lêva zinarekî bilind e, hema dehfek lê bide, wê ji zinar bikeve. Ji bo ku ji zinar nekeve çi hêza wî heye seferber dike. 

'ÎSAL BIKIN SALA TÊKÇÛN Û DOJEHA DIJMIN'

Bi têkoşîna 40 salan û rastiya hevalên şehîd, berhem û nirxên derketine hole, em dikarin berxwedanê mezin bikin. Di serî de wek hevrê Zîlan û Semayan, em jib o parastina Rêber APO biparêzin, xwedî derfetên zêdetir in. Ji ber ku derfetên me yên têkoşînê hene. Alozî û kaosên mezin li herêmê diqewimin, artêşa me heye, gelê me li pişta me ye, aboriya me ya ku em dikarin bi dehan salan pê têkoşîna xwe mezin bike heye. Em di 20’emîn salvegera çalakiya birûmet de, em vê sala azadiyê mezin bikin, em bikin sala azadkirina Rêbertî, tevahî jinan û gelên bindest. Hemû kesên demokrat, hemû kesên bi rengê xwe, bi çand û baweriya xwe, em azadiya diyarî wan bikin. Bi vê boneyê ez bang li hemû jin, ciwan, gelê me û dostên mê dikim, îsal bikin sala têkçûn û cehenema dijmin. Bikin sala cejna mezin û govenda mezin a azadiya Rêber APO û gelên bindest. Wekî hevrê Zîlan ez dibêjim, eger heya niha Rêbertî di zindan û di bin zext û tecritekê de ye, em kêmahiyên xwe dibînin. Wekî hevaltiya kêm, a nehatiye derbaskirin e. Di şexsê van hevalên şehîd de em vê hevaltiya kêm derbas bikin û bibin hevrêyên van hevalan. Li pêberî van şehîdan ez soza xwe dubare dikim. Em ê ala wan û pîvanên wan nekişînin jêr, têkoşîna wan sist nekin, em ê di xeta Rêber APO û şehîdan de serkeftinê bi dest bixin."