YPG: Êrîşên çete û dewleta Tirk ên li ser Rojava berdewam in
YPG bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir, komên çete û dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê didomînin.
YPG bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir, komên çete û dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê didomînin.
Di daxuyaniyê de bal tê kişandin ku gelek komên çete yên di bin sîwana Koalîsyona Sûriyeyê de êrîşên xwe yên li ser Taxa Şêx Meqsûd a Helebê berdewam dikin. Di daxuyaniyê de agahî tê dayin ku piştî êrîşên komên çete yên 29’ê Heziranê bi topên dojehî yên li ser Taxa Şêx Meqsûdê, hêzên wan li Mesbehê li dijî çeteyan operasyonek pêk anîne û di encamê de çeteyek hatiye kuştin.
Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku artêşa Tirk 29’ê Hezîranê êrîş biriye ser çeperên wan ên li nêzî gundê Ziyaretê yê dikeve Rojavayê Kobanê.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:
“Piştî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya ku 29’ê Hezîranê saet 10.30'an li navenda Girê Spî bi maşîneke teqemenî li dar xistin, Yekîneyên me yên Antî Teror (YAT) bi armanca girtina ser çeteyan operasyonek li dar xistin. Di encama operasyonê de endamêkî çete yê ku ev teqîn pêkanî bû û amedekariya rêve dikir, ji aliyê hêzên me yên YATê hat girtin.’’