Îro li Ermenistanê Zeynep Kinaci (Zilan) bi civîneke hate bibîranîn
Li Ermenistanê, li navçêya Akbaranê, li Gundê Riya Taze bi tevlîbûna bi dehan jinan civînek hate lidarxistin. Civîn ji hêla endama Kurdistan Komîtê Mediya Rezan a Kurdistanê ve hate birêvebirin.
ANF/HARÛN HÊVÎ
ERÎVAN
pêncşem, 30 pûşperê 2016, 14:04
Medya Rezan, di civînê da bi minasebeta çalakiya Zilan behsa serpêhatiya Zîlan kir. Jinan bi baldarî li serpeyatiya Zîlan guhdarî dikirin. Ji bo vê jî gelek pirs hatin kirin. Rezan di civînê de li ser çalakiya Zîlan rawestiya û wiha got; ‘’ Zîlan ji bo me Kurdan tê wateya bedewiya jiyanê û azadiya jiyanê. Ji ber vê yekê meha Hezîranê, ev roja em tê de ne ji bo gelê me rojeke pîroz e. Ji ber vê yekê em jin hemû parastina xwe li ser nirxên heval Zîlan û felsefa Serok Apo didin rûniştandin. Hevrê Zîlan ji bo me jinên Kurd serbilindî ye, azadî ye û hebûn û tunebûna me ye.Li ser vî esasî em dibejin rê hevrê Zîlan û hemû şehîdê Kurdistanê nemir in.”
Civîn bi dirûşmên ‘’Şehîd Namirin’’, ‘’Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.