Bi hezaran gerîla li ser şopa Zîlan in

Gerîlayên YJA Star û HPG'ê li ser çalakiya fedayî ya Zîlan axivîn û gotin, ew ê şopdarên Zîlan bin û bi ruhê Zîlan têkoşîna xwe bidomînin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê, di salvegera 20. a çalakiya fedayî ya Zeynep Kinaci (Zîlan) de, Kinaci bibîr anîn.

Zeynep Kinaci (Zîlan) ku di 30'ê Hezîrana 1996'an de li hemberî leşkerên Tirk ên li Dersîmê di îçtîmayê de bûn çalakiya fedayî pêk anî, di salvegera 20. a çalakiya xwe de bi festîvalan tê bîranîn.

Gerîlayên HPG û YJA Starê li ser çalakiya fedayî û Zîlan, ji ANF'ê re axivîn.

'JINÊN KURD BI BIRYARDARIYA WÊ, TÊDIKOŞIN'

Gerîlya YJA Starê Ronahî Stêrk: Di emrê zarokatiyê de bavê min qala hevala Zîlan dikir û min ew bi vî rengî nas kir. Bavê min qala dilsozî û cesareta wê dikir. Hevaleke ku bi çalakiya xwe ve cîhan hejandiye. Bi ruhê xwe yê fedayî, navê vegotina rastiyê ye. Pêşenga me ye ku di jiyana xwe ya rojane de em timî wê bibîr tînin û li ser xeta PKK'ê em wê ji xwe re mînak digirin. Em jinên ku îro bi heman ruhî têdikoşin, hêz û vîna xwe ji şehîd Zîlan digirin. Jinên bê sekin ber bi çiyê ve dimeşin, bêguman cesareta xwe ji wê digirin. Bi çalakiya şehîd Zîlan re dewleta TC'ê vîna jinên PKK'yî dît û jê tirsiya. Niha li çiyê bi hezaran jinên bi navê Zîlan hene. Jin bi biryardariya wê têdikoşin. Şehîd Zîlan felsefe û rastiya Rêbertî nas kir û bi çalakiya xwe ve nîşan da ku kes nikare dest bide Rêber Apo.

'DI SALA ÇALAKIYA WÊ DE, EZ JI DAYIK BÛM'

Berfîn Zagros: Ez di sala pêkhatina çalakiya wê de ji dayik bûm. Çalakiyeke bi vî rengî ya pêşengeke me, ji bo min gelekî girîng e. Şehîd Zîlan bi vê çalakiya xwe ve beriya her tiştî jin bi rêxistin kir û biryardarî û Hêza têkoşînê ya jinê nîşan da. Ev ruh li her qada têkoşînê ya jinên Kurd heye. Çalakiya fedayî ya Şehîd Zîlan bersiv daye pêwîstiyên wê demê û derketiye pêş. Ruhê Şehîd Zîlan ji bo dîroka me gelekî watedar e. Ji bo pêkanîna çalakiyeke bi vî rengî pêwîste mirov xwedî îdeolojiyeke kûr û felsefeyeke xurt bin. Tevî ku hevala Zîlan wê çaxê nû tevlî nava refên têkoşînê bûbû jî, Rêbertî fêm kir û bi cih anî. Em gerîla, her kêliya jiyana xwe ji bo layiqî van lehengan bibin, derbas dikin. Şehîd Arîn û hevalên me yên din ên çalakiya fedayî kirin, bi vî rengî dan ser şopa Zîlan. Bi çalakiyên xwe ve ruhê hevala Zîlan didin jiyîn. Weke fedayiyên Rêber Apo em ê bi ruhê Zîlan têbikoşin.

'NÎŞAN DA KU DIVÊ EM BI ÇI RENGÎ TÊBIKOŞIN'

Gerîlayê HPG'ê Rojhat Serdar: Ez Şehîd Zîlan bi rêzdarî bibîr tînim. Hevala Zîlan sembola ruhê fedayî yê jinên Kurd e. Di rapora xwe de dibêjee, 'Xwezî ji canê min bêhtir tiştekî hêjatir hebûya min feda bikira'. Di komploya 1996'an a li hemberî Rêberê me de, wê gelê Kurd bi tinebûnê re rû bi rû bima. Hevala Zîlan bi çalakiya xwe ya fedayî ve bersiv da zîhniyeta înkar û tinekirinê. Di heman demê de nîşanî me da ku li dijî dîktatoran çawa têkoşîn tê meşandin. Hevala îlan di heman demê de bi çalakiya xwe ve hezkirina xwe ya ji bo gelê xwe nîşan da. Îro li Îmraliyê tecrîdeke giran li ser Rêberê me heye û gelê me bi êrîşên giran ên dewletê re rû bi rû ye. Weke şopdarên hevala Zîlan, em ê hem ji bo Rêberê xwe, hem jî ji bo gelê xwe heta dawiyê têbikoşin û bi ser bikevin.

...