BI DÎMEN

'Em ê mîna Zîlan bijîn; Em ê serdestiya Erdogan biqedînin!'

Zeynep Kinaci (Zîlan) ji aliyê gerîlayan ve tê bîranîn. Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Amed di measîma ji bo kinaci de axivî û got, "Ji bo me erk e, mîna Zîlan bijîn, mîna Zîlan şer bikin û mîna wê çalakiyan lidar bixin."

Zeynep Kinaci (Zîlan) ji aliyê gerîlayan ve tê bîranîn. Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Amed di measîma ji bo kinaci de axivî û got, "Ji bo me erk e, mîna Zîlan bijîn, mîna Zîlan şer bikin û mîna wê çalakiyan lidar bixin." Amed destnîşan kir, ew ê dawî li rejîma Erdogan bînin.

Fermandariya Navendî ya YJA Starê û Fermandariya HPG'ê, Zeynep Kinaci (Zîlan) a di sala 1996'an de li hemberî artêşa Tirk li Dersîmê çalakiya fedayî pêk anî, bibîr anîn.

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Delal Amed, ji fermandarên YJA Starê Medya Egîd, Berçem Mardîn, Pelşîn Koçgirî, ji fermandarên HPG'ê Orhan Cîhat, Ahmed Dahalo û Demha Mardîn beşdarî merasîmê bûn.

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Amed li vir peyivî û got, "30'ê Hezîranê roja çalakiya mezin a fedayî ya hevala Zîlan e. Lewma em vê roja fedayîbûnê li hemû hevalan pîroz dikin. Di şexsê heval Zîlan de em şehîdên fedayî yên meha Hezîranê hevalên Sema Yuce û Gulan bi rêzdarî bibîr tînin. Em îro li ser şopa wan, ji sala 2015'an û vir ve bi ruhê fedayî têdikoşin. Ev demeke girîng e, ku mêtîngeriya Erdogan bi hovane êrîşî Kurdistanê û tevgera me dike. Dewleta TC êrîşî nirxên me dike û dixwaze tesfiye bike. Weke şopdarên şehîdên fedayî yên meha Hezîranê, bi pêngava şerê gel e şoreşgerî em hewl didin van êrîşan pûç bikin. Li ser vê bingehê li qadên Kurdistanê li bajarên Kurdistanê bi pêşengiya Şehîd Çiyager berxwedaneke gelekî mezin li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Şirnex û Geverê hat nîşandan. Bêguman mîna Şehîd Çiyager, ji nava gelê me Mehmet Tûnç, Aysa Yuksel, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar xeta berxwedanê ronî kirin. Wan nîşan dan ku şopa fedayiyan çawa dikare bê şopandin. Gelê Kurd herî zêde îro nêzî azadiyê ye."

'SERDESTIYA ERDOGAN WÊ BIQEDE!'

Amed got, "Li çiyê gerîlayên YJA Star û hêzên HPG'ê, li bajaran jî YPS û YPS Jinê nîşan dan ku bersiv bi çi rengî li hemberî êrîşan tê dayîn û siberojên azad çawa tên afirandin" û wiha dewam kir:

"Di rojeke bi vî rengî ya mezin de, em soza serketinê dubare dikin. Em dibêjin, wê serdestiya Erdogan biqede. Îro hatiye ber qedandinê û wê biqede. Her wiha biryardariya me xurt e ku Rêberê xwe azad bikin, Kurdistanê azad bikin. Ji bo vê jî erka me ye em weke Zîlan bijîn, weke Zîlan şer bikin, weke Zîlan bibin xwedî çalakî. Em bawerin hemû hêzên me wê li ser bingeha van armancan têkoşînê mezin bikin."