Tirkiye çeteyan dibe Cerablûsê
Dewleta Tirk, mayînên li ser sînorê xwe û Cerablûsê rakir û çete derbasî Cerablûsê kir. Bi vî rengî dixwaze gundên Minbicê careke din dagir bike.
Dewleta Tirk, mayînên li ser sînorê xwe û Cerablûsê rakir û çete derbasî Cerablûsê kir. Bi vî rengî dixwaze gundên Minbicê careke din dagir bike.
Li gorî nûçeya ANHA'yê, dewleta Tirk mayînên li ser sînorê li gundê Tirîxim ê bi 15 kîlometreyan li rojavayê Cerablûsê ye rakir û çeteyan di vir de derbasî Cerablûsê dike.
Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin, bi sedan çeteyên Tirk, Çeçen û Afgan, di demên cuda de derbasî Cerablûsê hatine kirin.
Dewleta Tirk bi ve yekê ve dixwaze, gundên Minbicê yên hatine rizgarkirin careke din bixe bin dagirkeriya van komên çete.