Rapora der barê êrîşên komkuj de
GABB’ê êrîşên komkuj ên bi ser qadê xwerêveberiyê de kir rapor.. Di raporê de tê gotin nêzî 400 hezar kes bi darê zorê ji warê xwe hatine kirin û bal tê kişandin ser armanca bêmirovkirinê.
GABB’ê êrîşên komkuj ên bi ser qadê xwerêveberiyê de kir rapor.. Di raporê de tê gotin nêzî 400 hezar kes bi darê zorê ji warê xwe hatine kirin û bal tê kişandin ser armanca bêmirovkirinê.
Di raporê de daneyên hilweşandinê û koçkirinê li gorî bajar û navçeyan bi kitekitî hatine dayin.
Yekîtiya Şaredariyên Herêma Anadoliya Rojhilatê Başûr (GABB), êrîşên AKP/Qesrê yên bi ser navendên xwerêveberî ragihandin xiste rapor.
Emergency Archîtecsts (Weqfa Mîmarên Lezgîn) jî tevlî nav beşek ji xebatên tespîta ziyanê bûn ekîbên teknîk ji hêla Yekîtiya Odeyên Mîmar û Mihendisan ên Tirkiyê ve (TMOBB) û şaredariyên têkildar û GABB’ê ve tê koordînekirin.
‘TANG, TOP Û ÇEKÊN GIRAN HATIN BIKARANÎN’
Di rapora bi navê ‘’Rapora Tespîta Ziyanê û Koça Bi Darê Zorê’’ de, tê diyarkirin ku şerê çekdarî j isalên 1990’i û 2000’î cihêtir vê carê bi giranî li navenda bajaran pêk hatiye û tê gotin, ‘’Piştî ku di Rêbendana 2015’an de Hêzên Çekdar ên Tirk bi tang û top û çekên giran tevlî nav şer bû, ku tenê di şerê konvensîyonel de ev çek têne xebitandin, hilweşîna li bajaran gihaşte asteke tirsnak.
Di raporê de tespît tê kirin ku li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex û Geverê ku hilweşîn di asta pir zêde de bû, hemû hevsendên jiyana bajarî têk çûye, danûstaninên ekonomîk û civakî bi temamî rawestiyaye.
Di raporê de tê gotin jêravaniya bajaran ziyaneke pir mezin dîtiye, li bajarên wekî Hezexê, Silopya û Cizîrê xebatên şaredariyê têne astengkirin û raye bi awayekî fiîlî dewrî qeymeqamiyan hatiye kirin.
‘ARMANCA BÊMIROVKIRINÊ’
Di raporê de ev helsengandin hatin kirin:
‘’Li gorî daneyên ku ji Komelaya Alîkariya Rojava û şaredariyên têkildar hatin standin, nêzîkî 400 hezar mirov bi darê zorê hatine koçberkirin ango mafê wan ên bicihûwarbûnê hatiye binpêkirin. Malên 400 hezar kesên ku bi darê zorê koç bûne, ji ber şerê ku hatiye jiyîn ziyan dîtine yan jî ji hêla hikûmetê bi temamî hatine hilweşandin. Di vê pêvajoyê de piraniya malbatên ku neçar mane ji qadên şer dûr bikevin koçî Amed, Wan, Êlih û navçeyên cîran kirin. Dema ku mirov li teşeyê pêkhatina koçê binere jî ji ber ku piraniya malbatên koç kirine nikarîbûn ketûberên xwe u di heman demê de ji faalîyetên aborî jî bêpar mane, vê bi awayekî lezgîn bi xwer e bêmilkbûn û hejarî aniye. Beşekî mezin a ji vî 400 hezar mirovê ku koç kirine yan li malên şertên wan xirab de bi hev re dimînin, yan jî bêyî ku jêravaniyeke wê hebe, bêyî ku bikaribin ava paqij jî bi dest bixin, ev mehan e ku li konan dijîn.
Dema ku mirov di pêvajoya şer de û di dawiya şer de li daxuyaniyên hikûmeta navendî û daxuyaniyên rêveberan û li polîtîkayên ku hatine sepandin bi awayekî giştî dinere, tê xuyakirin ku ev pêvajo ne li gorî rêgezên şape û krîzê lê li gorî sepanîna sîstematîk a ji perspektîfeke ewlekariyê, teşedayina bi plansaziya polîtîkayên cografîk, demografîk û mihendisiya civakî bi awayekî xurt derdikeve pêş. Li gorî nûçeyên têkildarî civîna Lijneya Ewlekariya Millî ya di Hezîranê de pêk hatî, tê armanckirin ku bajarên weke Cizîrê, Silopya, Hezex, Nisêbîn û Qoserê ku nêzî sînor in bi temamî werin veguhaztin bo cihekî dî û xeta sînor ji mirovan were xalîkirin.
Yekîtiya Şaredariyên Başûrê Rojhilatê Anadoliyê ji bo ku rîskên siyasî û civakî ku di siberojê de wê derkevin pêşiya me hinekî werin kêmkirin, ji bo ku dîsa aramiya civakî û rehetî were pêkanîn û qadên jiyanê yên ku hatine hilweşandin careke dî werin avakirin tê pêşniyarkirin ku pêvajoya rawestandina şer dîsa were destpêkirin, pêvajoya nûveavakirinê bi tevlêbûneke civakî û bi hevkariya rêveberiyên xwecih were pêkanîn.
Di raporê de daneyên hilweşînê û koçê yên li gorî navçe û bajaran bi vî awayî ne:
1.Kerboran / Mêrdîn
- Nifûsa giştî ya Kerboranê 28.981, di şer de kesên ku rasterast jê hîkar bûne weke 15.355’î hatiye tespîtkirin.
-Di 10-13’ê Cotmeh 2015’an de di encama qedexeya pêşî ya derketine derve de, piştî şer 25 bîna yan jî xanî bi çekên giran û sivik eniya wan yan jî dîwarên wan derzizîne yan jî hilweşiyan e. Hatiye tespîtkirin ku 1 jê bi temamî hatiye hilweşandin û 3 xanî jî ‘’ziyaneke giran’’ li wan bûye.
-Piştî qedexeya derketina derve ya 11-29’ê Rêbendan 2015’an, piştî şerê ku hatî jiyîn saziyên cameweriyê, dibistan, kox nêzî 40 avanî ji guleyan re bûne hedef. Di nav cureyên avaniyan de tespîta xisarê hatiye kirin 26 xanî, 9 kargeh û 1 mala cameweriyê hebûne û hate tespîtkirin ku 15 xanî û kargeh bi çekên giran ziyan gihaştiye wan.
-Hatiye tespîtkirin ku gelek dewar ku jêderkeke girîng a debarê bûye ji bo gelê Kerboranêi, hatine kuştin.
Di pêvajoyê de ji ber şerê li Nisêbînê 4340 kes çûne Kerboranê. Bi kesên ku ji Hezexê koç kirine hijmara malbatên ku li Kerboranê ne bûne 750.
2. Nisêbîn / Mêrdîn
-Nifûsa giştî ya navçeya Nisêbînê ya girêdayî Mêrdînê 116.068 e, nifûsa taxên Firat, Dîcle, Yenîşehîr, Abdulkadîr Paşa ku şer lê çêbûyî 33.922 e.
Dorpêça ku di navbera Cotmeha 2015 û Adara 2016’an de 7 caran qedexeya derketine derve hatî ragihandin ku rê li ber hilweşîna beşekî berfireh ê bajêr vekir,di 03.06.2016’an de hate raihandin ku operasyonên leşkerî hatiye qedandin. Xebata tespîtkirina ziyanê ji ber ku hê jî qedexeya derketine derve didome, beriya şerê 83 rojan ku bûye sedema ziyaneke mezin, hatiye kirin.
-Li gorî encama xebata Mijdara 2015’an 149 kargeh, 357 xanî, 1 mala sersaxiyê, 1 mala gel ziyan dîtine, hatiye tespîtkirn ku trafo hedef hatine girtin û teqandin, ji ber sedema ku zemîna xebateke ewle nebûye ziyana ku dibistanan bi awayekî fizîkî ditiye nehatiye tespîtkirin. Li gorî jêderkên xwecih aniha 70 ji 100’ê bînahiyên bajêr hatine hilweşandin.
-Di pêvajoya şer de 65.000 kes neçar maye ku ji Nisêbînê koç bike. Li gorî daneyan 27.398 kes koçî Artukluyê, 18.910 koçî Qoserê, 4340 kes koçî Kerboranê û 11.228 kes jî koçî Mîdyadê kirine.
-Taxên Firat, Dîcle, Yenîşehîr, Abdulkadîr Paşa, Zeynel Abidîn û Yenîşehîrê bi têlan û blokên betonî tê pêçan. Hê tespîta ziyanê nehatiye kirin. Li van taxan nêzî 80 hezar kes dijîn. Li gorî daxuyaniya hikûmeta navendî tê plankirin ku Nisêbînê veguhezînin gundê Çaglarê ya ku 8 km’yî dûrî Nisêbînê ye.
3. Dêrik/ Mêrdîn
- Nifûsa giştî ya Dêrika Mêrdînê 61.320, nifûsa taxên Kale, Cevizpınar, Dağ ve Küçükpınarê ku şer lê pêk hatî 14,280 e.
-Piştî pêvajoya qedexekirina derketina derve ya ku di navbera 26 Mijdar – 3 Berfanbar 2015’an de hatî ragihandin, di 4’ê Berfanbara 2015’an de bi ekîbeke teknîk ku ji 30 kesî pêk hatî xebatên tespîta ziyanê hatine kirin. 56 kargeh ku 50 jê kêm û 6 jê jî nîvî ziyan dîtine; 172 xaniyan 161’î kêm, 9 jê nîvî û 2 jê ziyaneke giran gihaye wan û 1 mala sersaxiyê jî bi sivikî ziyan dîtiye. Ji ber ku zemîneke ewle ya ku xebat lê were kirin nebû ziyana ku dibistanan dîtî nehate tespîtkirin.
4. Farqîn / Amed
- Nifûsa giştî ya Farqînê ya navçeya Amedê 83.633, nifûsa taxên Tekel, Mescit ve Konak ku şer lê bûyî 14,345 e.
-Li Farqînê di navbera Tebax –Mijdar 2015’an de 6 caran qedexeya derketine derve hate ragihandin, di navbera 16-18 Mijdar 2015’an de xebatên tespîta ziyanê hatin kirin.
-Li Farqîn hate tespîtkirin ji 105 kargehan 8 jê bi giranî, 40 jê nîvî ziyan dîtiye; ji 552 xaniyan 44 jê bi giranî ziyan dîtiye; ji 4 bînahiyên cameweriyê 1 jê giran û 2 jê bi nivî ziyan ditîne.
-Li Farqînê beşek ji Konaxa Azîzoglu ya ku bi awayekî tescîlkirî avaniyeke dîrokî ye jî ziyan dîtiye
5. Sûr / Amed
-Di navbera Îlon- Berfanbar 2015’An de li navçeya Sûrê ya Amedê 6 caran qedexeya derketine derve hatiye ragihandin. Qedexeya derketine derve ya ku di 2.12.2015’an hatî ragihandin hê jî hin kuçe ne tê de li Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglu, Hasirlî, Cemal Yilmaz, Savaşê didome. Li van taxan ku nifûsa wê 26.084 bû, şerê ku 2’yê Berfanbara 2015’an de dest pê kirî 103 rojan dom kiriye û ji hêla Walitiya Amedê ve hate 10.03. 2016’an hate raihandin ku operasyonên leşkerî bi dawî bûne.
-Ji ber ku destûr nehate dayin ku saziyên rêxistinên civakî û çavdêrên navnetewî derbasî van taxan bibin piştî şerê dawî xebatên tespîtkirina ziyana nikarin werin kirin. Dema ku mirov li wêneyên peykî û di çapemeniyê de derketine dinere, ji Adara 2016’an ve ku operasyon qediyabûn, piraniya avaniyên taxan hatine hilweşandin.
- Xebata tespîta ziyanê piştî dawiya qedexeya derketina derve ya 3. di meha Cotmehê de hatine kirin. Li gorî van xebatan hatiye tespîtkirin ku wê li 693 avaniyan tadîlat werin kirin û 13 avanî jî piştî lêkolîneke berfireh wê biryara zexmkirinê ya jî hilweşandinê li ser wan were dayin. Ev xebata tespîtê pir dûr e ku rewşa hêwilnak a rojane biterisîne.
- Ji 5440 malbatên ku ji Sûrê koç kirin 1660 koçî taxên din ên Sûrê, 1245 jê koçî Yenîşehîrê, Kayapinarê, 1580 koçî Baglarê ango piranî jê koçî navçeyên din ên li navenda bajêr a Amedê kirine.
-Sûrên Amedê ku ji hêla UNESCO’yê ve di nav Mîrasa Çanda Dinyayê hatibûn tescîlkirin û avaniyên ku tescîla wan hatibû kirin dîrokî ne yên li herêma Tampona 1. bi çekên giran ziyan dîtine. Ji ber hilweşîna ku hê jî berdewam e raçînka kuçeyan a serdema Romayê bi giştî hate tunekirin.
6. Bismil / Amed
- Taxên Ulutürk ve Dumlupınarê ku nifûsa wan 11.698 e ji şer ziyan giha wan. Di navbera Îlon-Cotmeh 2015’an de 4 caran qedexeya derketine dere hate raihandin.
- Di encama xebata tespîtkirina ziyanê de di 41 kargeh û xaniyan de ziyan hatine tespîtkirin û serhedeya vê ziyanê weke 108.560,15 TL diyar bûye.
7. Pîran / Amed
-Di pêvajoya şerê Cotmeh 2015’an de qedexeya derketina derve nehatiye ragihandin. Taxa Baglarbaşi ku nifûsa wê 518 hezar e ji şer rasterast hîkar bûye.
-Piştî xebata tespîta ziyanê hatiye dîtin ku 22 xanî û kargehan ziyan dîtiye û ev ziyan weke 56.049,04 TL hatiye tespîtkirin.
8. Licê / Amed
Şerê li Licê di Tîrmeh û Tebaxa 2015’an de giran bûye. Her çiqasî ji ber sedema êrîşa bi topan a ber bi navenda bajêr ve xaniyên ku ziyan dîtin 2 jî bin, şewatên mezin ên daristanê pêk hatin û li qada bejahiyê jî ziyaneke mezin a hawîrdorê pêk hatiye.
9. Gever / Colemêrg
Li Geverê ku nifûsa wê 68.757 e di navbera Tebaxa 2015’an û Adara 2016’an de 5 caran qedexeya derketine derve hatiye ragihandin, piştî qedexeya derketine derve ya ku di 13’ê Adara 2016’an de hatî ragihandin tevahiya bajêr ji şer hîkar bûye. Walitiya Colemergê di 20 Nîsan 2016’an de daxuyand ku operasyonên leşkerî qediyane.
- Li Geverê du caran xebata tespîta ziyanê hate kirin. Di 24 Mijdar 2015’an de li taxa Cumhuriyetê her çendî di encama tespîta ziyanê de hatibe tespîtkirin ku 20 mal û kargeh ziyan dîtine jî, xebata ku Hezîrana 2016’an de hatî kirinasta hilweşînê ya bajêr berçav kiriye.
- Her çiqasî hatibe raihandin ku di 20 Nîsan 2016’an de operasyonên leşkerî hatine rawestandin jî, hatiye tespîtkirin ku heya 1’ê Hezîranê bi tang û topan li bajêr xistine. Xebatên tespîtên ziyanê ku 1’ê Hezîranê dest pê kiribûn xilas bûne û di demeke nêz de wê werin raghandin. Lê piştî lêkolînên li tevahiya bajêr hatine kirin, hatiye tespîtkirin ku ji avaniyên bajêr 3133 jê kêm ziyan, 647 jê kêm ziyan, 787 jê bi giranî ziyan dîtine û 867 jê hatine hilweşandin û 1336 jê jî hatin şewitandin. Li bajêr şopa şer, gulekirin hema bibêje qet tunebûye.
- Li gorî lêkolînên ku hatine kirin li Geverê 6928 malbat neçar mane ku koç bikin. Ji van malbatan 1700 jê koçî navenda bajêr, 723 jê koçî Şemzînanê û 4505 jê koçî navenda Wanê kirine.
- Heya niha li gorî serlêdanên Midûriyete Agirkujiyê 330 xanî şewitîne û xebat hê jî berdewam in.
- Di 15.06.2016’an de avaniyên ku ji hêla dewletê ve weke xweyî ziyaneke giran hatibûn tespîtkirin, li taxa Cumhuriyetê hatin hilweşandin.
10. Şemzînan/ Colemerg
-Li Şemzînanê ku nifûsa wê 15.739 e, di şerê Tebaxa 2015’an de tevahiya bajêr jê hîkar bûye.
- Piştî xebatên tespîta ziyanê ku Şaredariya Şemzînanê di 20.11.2015’an e kirî, hate tespîtkirin ku 122 kargeh, 5 bînahiyê cameweriyê û 42 xaniyan ziyan dîtine û ev ziyan weke 2.500.000 hatiye tespîtkirin.
- Piştî şer 723 malbat ji Geverê koçî Şemzînanê kirine.
11. Şirnex/ Navend
- Şirnex ku nifûsa wê 61.335 e, qedexeya derketine derve ya dawî di 14 Adar 2016’an de dest pê kir. Operasyona leşkerî 82 rojan dom kir û hikûmeta navendî ragihand operasyon di 3 Hezîran 2016’an de bi dawî bûye. Li gel ku operasyon qediyane jî wekî dîroka 26.06.2016’an hê jî li Şirnexê qedexeya derketine derve didome.
-Ji ber dorpêça ku hê jî domdar e li Şirnexê xebata tespîtkirina ziyanê nikare were kirin. Ji ber hemû taxên ku li navenda bajêr cih digirin ji şer hîkar bûne, hijmara kesên ku ji Şirnexê koçî bajarên din kirine hema bibêje bi qasî nifûsa giştî ya bajêr e.
- Li gorî agahiyên ku Şaredariya Şirnexê dayin, 3 hezar malbat koçî bajaroka Dêrgulê ya nêzî navenda bajêr kirine ku di konan de dimînin, 1500 malbat koçî Qilebanê û 1000 malbat koçî Silopya, 400 malbat koçî Cizîrê, 400 malbat koçî Germaxa Basanê, 400 malbat koçî Dihê û 200 malbat jî koçî Sêrtê kirine. Nêzîkî 5000 kesê ku ji Şirnexê derneketine j îli taxên Gundogan û Yenîşehîrê dimînin.
- Li navenda Şirnexê taxên Ismetpaşa, Gazîpaşa, Cumhuriyet, Dîcle û Yenîşehîr, Bahçelîevler bi giştî hatine şewitandin; taxên Aydinlikevler, Ataturk û Yeşîlyurt jî bi piranî hatine hilweşandin.
12. Cizîr/ Şirnex
-Nifûsa Cizîrê ya Şirnexê weke 112.973 û kesên ku ji şer hîkar bûne jî wekî 67.162 hatiye tespîtkirin.
- Di encama qedexeya derketina derve de ya di navbera 4-12 Îlona 2015’an de hatî ragihandin, piştî şerê 8 rojan, hatiye tespîtkirin ku 652 mal, 204 kargeh, 2 firin, 2 dermanxane, 1 navenda tenduristiyê, 1 navenda çandê, 2 dibistan, 5 mizgeft, 2 kox, 27 wesayitan ziyan dîtine. Di nav van avaniyan de ku ziyan dîtine hatiye tespîtkirin ku 132 xanî û kargeh bi giranî ziyan ditine, 9 jê hatine hilweşandin û 46 xanî jî weke xaniyen ku ‘’zêde ziyan dîtine’’ hatiye tespîtkirin.
- Piştî qedexeya derketine derve ya di navbera Îlon-Berfanbarê de bi awayekî domkurt hatî ragihandin, xebatên tespîtkirina ziyanê nehatiye kirin. Piştî şerê di navbera 14 Berfanbar 2015- 01 Adar 2016’an de û 2.5 mehan domiya bû, bi heyeteke ku ji 180 kesî pêk dihat xebata tespîtkirina ziyanê hate kirin.
.
- Li gorî vê xebatat ku hatî kirin hatiye tespîtkirin ku 9.800 avaniyê kêm ziyan, 1750 avanî nîvî ziyan û 1250 avanî jî bi giranî ziyan dîtiye.
- Di pêvajoya şer de avaniyên ku dîrokîbûna wan pesendkiriye ziyan dîtine. Dîwarê Mizgefta Uluyê yê aliyê rojhilat û 20 pencereyên qubeya mizgeftê bi giranî ziyan dîtine; Pira Deştê jî ziyan dîtiye û her wiha hatiye tespîtkirin ku parçeyên dîwêr ên di destpêkê û derketinê de hatine qutkirin, kevirên li destpêkê hatine rakirin û ji ber ku wesayitên leşkerî di ser re çûne û hatine ziyaneke giran dîtiye. Camên Medreseya Abdaliyê jî hatine şikandin.
Silopya / Şirnex
- Nifûsa navçeya Silopî 87.150 û nifûsa taxên ku şer hîkar bûyin yên Cudî, Başak, Barbaros, Nûh, Şehît Harun Boy 43.670 ye.
- Qedexeyên derketine derve ku di navbera Cotmeh-Berfanbar 2015’an de hatibû ragihandin di 18.01.2016’an hate rakirin, xebatên tespîtkirina ziyanê jî hema di piştre hatin kirin. Li gorî vê xebatê 69 avanî hatine hilweşandin; 147 avanî bi ziyaneke giran dîtine, 72 jê weke avaniyên ku tadîlata wan dikare were kirin, 125 jê avaniyên ku kêm ziyan dîtine hatine tespîtkirin.
-Ji hêla hikûmeta navendî ve di der heqê taxên Barbaros, Başak, Cûdî, Karşikaya, Şehît Harun Boy, Nûh, Yenîşehîr û Yeşîltepeyê de, di 6 Adar 2016’an de ‘’Biryara Camewerîkirina Lezgîn’’ hate derêxistin. Hê jî hilweşîna avaniyên taxên têkildar de didomin. Di halê hazir de hilweşîna 260 bînahiyên ku ji hêla hikûmeta navendî ve weke avaniyên ku ziyana giran dîtine, berdewam dike.
-Her çiqasî hijmara wan bi temamî nehatibe tespîtkirin jî kesên ku neçar man ji Silopya derkein li Wan, Êlih, Dîlok, Mêrsîn, Edeneyê dimînin.
14. Elkê/ Şirnex
- Ji şerê ku di Îlona 2015’an de dest pê kirî ku nifûsa wê 5265 e tevahiya bajêr hîkar bûye.
- 24 avaniyan ziyan dîtine, ji van 10 jê kêm û 14 jê gelek ziyan dîtine.
15. Hezex/ Şirnex
-Bajarê ku nifûsa wê 26.511 bi temamî ji şer hîkar bûye, ziyan bi piranî li taxên Yenî û Turgut Ozalê pêk hatiye.
-Qedexeya derketine derve di 16 Sibat- 30 Adar 2016’an de hate danîn. Piştî xebatên tespîta ziyanê de hatiye tespîtkirin ku 1200 avanî ziyan dîtine, nêzîkî 1600 xanî, ji van 700 jê kêm ziyan ditine, 250 jê bi nivî ziyan ditine û 100 jê bi giranî ziyan dîtine û 120 jê jî hatine hilweşandin. Di encama serlêdana ji bo Midûriyeta Agirkujiyê ya Hezexê de hatiye tespîtkiri ku 150 xanî hatine şewitandin.
-Destûr nehatiye dayin ko kon werin danîn û malbatên ku kon danîne hatine cizakirin.
16. Gimgim / Mûş
-Di şer û qedexeya derketine derve ya Tebaxa 2015’an de tevahiya bajêr ku nifûsa wê 10.241 e ji şer hîkar bûye.
Bi giştî 91 avanî û kargeh ziyan dîtine. Li gel vê 3 mekîneyên kar û 1 texsiyê ziyan ditiye.
Li gel van agahiyên ku hatine dayin, ji 30’ê Hezîranê û vir ve cihên ku şer lê derketiye û nifûsa ku jê hîkar bûye, wiha ye;
Kerboran
15.355/28.981 26 bîna, 9 kargeh û 1 saziya cameweriyê ziyan ditiye. Ji Hezex û Nisêbînê bi giştî 750 malbat koçî Kerboranê kirine. Gel bi derfetên xwe malên xwe tamîr dike.
Nisêbîn
80.000/116.068 100 ji 80 avaniyên bajêr ziyan dîtine û ev avanî ji hêla hikûmeta navendî ve têne hilweşandin. Li taxên ku şer lê berdewam dikin dorpêç û hilweşandin berdewam dike. Hijmara kesên ku bi darê zorê koçber bûne 65.000 e
Dêrik
14.280/61.320 56 kargeh, 172 û 1 mala sersaziyê ziyan ditiye. Bi piştgiriya şaredariyê tamîrat têne kirin.
Farqîn
14,345 / 83,633 105 kargeh, 552 xanî, 4 saziyên cameweriyê ziyan dîtine. Beşek ji avaniyên ziyandîtî ji bi piştgiriya Şaredariya Mezin a Amedê ve têne tamîrkirin
Sûr
45,000/50.341 1100 avanî weke ziyandîtî ji hêla hikûmeta navendî ve hatiye tespîtkirin. Biryar hate girtin ku temamiya Sûriçiyê bi lezgînî were camewerîkirin. Li taxên ku şer lê dom dike dorpêç û hilweşîn dewam dikin. Xaniyên 22 hezar kesan nemane ku êdî vegerin.
Bismil
11,698/112,461 41 xanî û kargehan ziyan dîtin. Gel bi derfetên xwe hewl dide tamîratên xwe bike.
Pîran
518/40,033 22 xanî û kargehan ziyan dîtin. Gel bi derfetên xwe tamîratan dike.
Licê
Nehate tespîtkirin. Şewatên mezin li daristanan derketin. Li qadên bejahiyê şer û şewatên daristanan didomin.
Gever
40,000/68,757 ji avaniyên bajêr ji sedî 80 ziyan dîtine, hatine şewitandin yan jî hilweşandin. Li taxên ku şer lê didomin dorpêç û hilweşandin berdewam dikin. Hijmara kesên ku ji neçarî koç kirine 6.928 e
Şemzînan
15,739 / 15,739 122 kargeh 5 bîbnahiyên cameweriyê, 42 xanî ziyan dîtine.. Gel bi derfetên xwe xebatên xwe dike.
Şirnex
61.335 / 61.335 hatiye tespîtkirin ku ji avnaiyên bajêr 3133 kêm ziyan, 647 nîv ziyan, 787 zêde ziyan dîtine û 867 hatine kavilkirin û 1336 hatine şewitandin. Li taxên ku şer lê dewam dikin dorpêç û hilweşîn jî dewam dikin. Kesên ku bi darê zorê koç bûne 8700 malbat ango 55.000 e
Cizîr
67,162 /112,978 bi giştî 9.800 avanî ji şer ziyan dîtine. Hikûmeta navendî beşekî mezin ê Cizîrê wekî qadên bi rîsk ragihand. Hilweşandin didome. Bi alîkariya şaredariyê kêm jî xebat didomin.
Silopya
43,670 / 87,150 216 jê hilweşiyayî yan jî weke avaniyên ku divê werin hilweşandin, bi giştî 445 avaniyan ziyan dîtine. Li taxên ku şer lê berdewam dike dorpêç û hilweşanin didome. Halê hazir 260 avanî hatine hilweşandin. Bi piştgiriya şaredariyê temîrat didomin.
Elkê
5,263 / 5,263 10 jê kêm ziyan, 14 jê zêde ziyan bi tevahî 24 avaniyan ziyan ditine. Gel bi derfetên xwe temîratên xwe dike.
Hezex
26,511 / 26,511 Bi gişti 1200 avanî ziyan dîtine.. Beşekî mezin ê Hezexê wekî qada bi rîsk hatiye ragihandin. Hilweşandin didomin.
Gimgim
10,241 / 10,241 91 avanî û kargek û 3 mekîneyeên kar û 1 texsî ziyan ditiye. Gel bi derfetên xwe karê xwe dike.