Şerîk: Divê em hînî komkujiyan nebin û ji bîr nekin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Cemal Şerîk, kesên li pêşberî komkujiyan bêdeng dimînin rexne kir û diyar kir, civak 'hînî' komkujiyan hatiye kirin. Şerîk got, ev yek cesaretê dide Erdogan û mêtîngeran.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Cemal Şerîk, kesên li pêşberî komkujiyan bêdeng dimînin rexne kir û diyar kir, civak 'hînî' komkujiyan hatiye kirin. Şerîk got, ev yek cesaretê dide Erdogan û mêtîngeran.

Şerîk Komkujiya Sêwasê û bandora wê li ser gelên Kurdistan û Tirkiyeyê nirxand.

Şerîk 33 şoreşger û demokratên li Madimakê hatin qetilkirin bi rêzdarî bibîr anî got, "Tevî ku di ser re 23 sal derbas bûne jî Komkujiya Madimakê hînê di hişê mirovan te zindî ye. Ne pêkane Komkujiya Madimakê were jibîrkirin. Yên ku ev komkujî pêk anîn, li pêşiya çavên mirovahiyê rastiya xwe nîşan dan."

DIVÊ KOMKUJIYA MADIMAKÊ NEYÊ JIBÎRKIRIN

Cemal Şerîk destnîşan kir, ku divê Komkujiya Madimakê neyê jibîrkirin û got, "Eger bê jibîrkirin wê hingî were jibîrkirin bê mêtîngeran bi kîjan armancê pêk anîne. Eger were jibîrkirin, hingî nepêkane were femkirin bê mêtîngerên Tirk îro dixwazin çi bikin. Lewma divê Komkujiya Madimakê ti carî neyê jibîrkirin. Îro li Kurdistanê komkujî hene. Li hemberî Elewiyan polîtîkayeke taybet tê meşandin. Rastiyeke Tirkiyebûyîna têkoşîna demokrasî û şoreşgerî ya li Kurdistanê heye. Jİ ber vê yekê, şert û mercên pêkhatina Komkujiya Madimakê û yên îro dişibin hev."

Şerîk da zanîn, yên di wê demê de komkujî kirin ji hin aliyan ve gihaştin armanca xwe û got, "Ji ber ku komkujiyên mezin pêk anîn. Ji bo pêşî li Elewiyan bigirin ku di nava têkoşîna demokrasiyê de cih negirin, bi nasnameya xwe di nava têkoşîna demokrasiyê de cih negirin. Ji hin aliyan ve Elewî bêdeng kirin."

PÊWÎSTE ENCAM JI KOMKUJIYA WÊ DEMÊ BÊ DERXISTIN

Cemal Şerîk ragihand, ji bo polîtîkayên di vî warî de îro tên kirin werin pûçkirin, divê encam ji wê demê bê derxistin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Em di salvegereke nû ya Komkujiya Madimakê de ne. Pêwîste ev rastî ê fêmkirin û rê nedin heman êrîş careke din bê kirin. Rastiyeke bi vî rengî weke wezîfeyekê li pêşiya me ye. Îro li gelek cihên Kurdistanê bi hezaran mirov tên qetilkirin. Komkujî tên kirin. Li Sûr, li Cizîrê hat kirin. Niha jî li Licê ev komkujî tê kirin. Bombe li çiyê, li gundan tên barandin. Mirov ji cih û warên xwe tên derxistin. Her wiha li hemberî Elewiyan polîtîkayeke taybet tê meşandin."

Şerîk di vî warî de bal kişand ser polîtîkaya taybet a li Teroyan li hemberî Elewiyan tê kirin û da zanîn, li gelek herêmên Kurdistanê hewl tê dayîn kampên mîna Teroyan bên avakirin.

BLOKA DEMOKRASIYÊ DIVÊ

Cemal Şerîk, ji bo pêşîgirtina li komkuijiyan işaret bi helwesta demokratîk şoreşger kir û wiha axivî:

"Eger îro sekneke xurt bê nîşandan, wê bersiv ji bo bîranîna mirovên hatine qetilkirin bê dayîn. Ev şert û merc hene. Şoreşger, demokratên Kurdistan û Tirkiyeyê eger bibin yek, di vê rêyê de têbikoşin, ev yek wê bibe gavek ji bo pêşîgirtina li van komkujiyan. Di vî warê de hêzên şoreşger bi navê Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan gavek avêtin. Ev gaveke watedar e, lê bi tena serê xwe têrê nake. Li gel vê pêwîstî gi gava yekîtiyê ya civakê heye. Jê re bloka demokrasî û kedê tê gotin. Bloka aştiyê. Eger blokek bi vî rengî were avakirin, wê pêşî li komkujiyên bi vî rengî were girtin. Divê Elewî jî cihê xwe di nava vê blokê de bigirin û pêşî li komkujiyên lê tên ferzkirin, bigirin."

...