KURDISTAN
Li Iraqê nîqaşên li ser entegrasyona komên çekdar dewam dike. Daxuyaniya 'Şengal wê di nava sê mehan de bikeve bin kontrola hêzên ewlekariyê yên Iraqê' fikarên li ser Peymaneke nû ya 9'ê Cotmehê bi xwe re anî, ku îradeya Êzidiyan tine dihesibîne.
Gerîlayên Tevgera Apoyî Denîz Mêrdîn û Zafer Dutax diyar kirin ku ruhê berxwedana 14’ ê Tîrmehê 44 sal e bi rengekî geş dewam dike û û her ku biçe wê geş bibe.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok ragihand ku çalakiya şewitandina çekan a 11'ê Tîrmeha 2025'an sembola guherîna stratejîk e û diyar kir ku li gel sala di ser re derbas bû jî dewletê ji bo pêşvebirina pêvajoyê gavên şênber neavêt.
Radestkirina belge û şahidiyên tewanê ji bo saziyên PDK’ê, weke metirsiyeke mezin a li ser destkarîkirina heqîqeta dîrokî û windakirina şopên berpirsiyariya fermanê tê nirxandin.
KCK’ê got, “Em dayika xwe Bahar bi rêzdarî, minet û hezkirin bi bîr tînin. Weke zarokên dayikek wiha em soza xwe dubare dikin ku bi berxwedan û biryardarî xeyalên wê pêk bînin.”
Hemû Nûçe
-
-
'Li hemberî nîjadkujiyê, rêya çareseriyê yekîtî ye'
Welatiyên li Başûrê Kurdistanê der barê êrîşên li Bakurê Kurdistanê de gotin; "Hemû siyasetên li hemberî Kurdan tên meşandin, xwe dispêrin heman hişmendiyê. Lewma divê gelê Kurd jî li her çar parçeyên Kurdistanê yekîtiya xwe ava bike."
-
Li Minbicê şer giran e
Li xaçerêya El Şerîa ya Minbicê duh bi şev şerekî giran qewimî. Di encama vî şerî de gelek çek û cebilxaneyên çeteyên DAIŞ'ê ketin destê şervanan.
-
-
Wêje û gerîlatî bi hev re
Îskan Amed ku tevî gerîlatiyê li ser wêjeyê jî dixebite dibêje, jiyana gerîla derfetê dide mirovan ku xwe ji gelek aliya ve bi pêş bixin.
-
-
Êdî Asayîşa Şengalê jî heye
Di dîroka civaka Êzidî de yekemcar hêzeke asayîşê ya Êzidîxanê ava bû. Ciwanên Êzidî yên li çiyayê Şengalê perwerdeya xwe qedandin, wê êdî li Şengalê bi erka asayîşê rabin.
-
-
-
Gerîlayê HPG’ê Batûr li Bazîdê hate definkirin
Gerîlayê HPG’ê Omer Batûr (Hamza Kurdistan) ê hefteya bihurî li Qamûşanê di şerê navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Qemrecîkê yê girêdayî navçeya Bazîd a Agiriyê hate definkirin.
-
-
-
-
-
Artêşa Tirk êrîşî qadên gerîla kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku qereqola Grana ya artêşa Tirk ku girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê ye, bi navber Tepê Xwedê da ber obus û hewanan.
-
YPS: Li Qoserê 4 polîs birîndar bûn
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê diyar kir, di çalakiya 3'ê Tîrmehê ya li navçeya Qoser a Mêrdînê de, ku li hemberî wesayîta zirxî ya polîsan hat lidarxistin 4 polîs birîndar bûne.
-
Li hemberî girê ewlekariyê yê bendava Ilisû çalakî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, îro danê sibê li hemberî girê ewlekariya bendava Ilisû ya li navçeya Mêrdîn Kerboranê çalakî hatiye lidarxistin û di encamê de 2 leşker hatine kuştin.
-
-
-
YPG: Li Şedadê 21 çete hatin kuştin
YPG'ê diyar kir, di şerê li Şedadê yê ji ber êrîşa çeteyên DAIŞ'ê derket de 21 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin û cenazeyên 13 ji wan di destê hêzên wan de ne.
-
-
-
-
-