Şehîdên Kerkûkê li ser gora xwe hatin bîranîn
Şervanên Kerkûkî yên li nava refên têkoşîna azadiyê jiyana xwe ji dest dan, bi wesîleya cejna Remezanê li ser gorên xwe hatin bîranîn.
Şervanên Kerkûkî yên li nava refên têkoşîna azadiyê jiyana xwe ji dest dan, bi wesîleya cejna Remezanê li ser gorên xwe hatin bîranîn.
Komîteya Malbatê Şehîdan a PKK'ê ya Başûrê Kurdistanê, şervanên Kerkûkî yên li nava refên têkoşîna azadiya Kurd jiyana xwe ji dest dan, li ser gora wan bi bîr anî. Di merasîmê de Hevserokên Tevgera Azadî yên Kerkûkê, malbatên şehîdan û gelek Kerkûkî amade bûn. Di merasîmê de soza xwedîderketina li bîranîna şehîdan hat dayîn.
Hevserokê Tevgera Azadî yê Kerkûkê Newzad Bekir li vir axivî û anî ziman, nirxên herî mezin ên Tevgera Apoyî şehîd in û destnîşan kir, xwedîderketina li bîranînên şehîdan erka gelê Kurd e.
Bekir got, "Beriya her tiştî em li ber şehîdên xwe û malbatên şehîdan bi rêzdarî beşna xwe ditewînin û soza xwe ya dilsoziyê careke din dubare dikin. Wan sînorê hêzên mêtînger danîn nava me ji holê rakirin û bi sekna 'hûn nikarin destê xwe dirêjî rûmeta gelê me bikin' şer kirin. Di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dan. Weke gel, em ê xwedî li bîranîna şehîdên xwe derkevin û bibin şopdarên têkoşîna wan. Nirxên herî mezin ên tevgera Apoyî, şehîd in. Lewma Rêber Apo dibêje 'Şehîd rêberê me yê rasteqîn e'. Em careke din soz didin ku em ê xwedî li têkoşîn û bîranîna şehîdên xwe derkevin."