Li Minbicê şer giran e

Li xaçerêya El Şerîa ya Minbicê duh bi şev şerekî giran qewimî. Di encama vî şerî de gelek çek û cebilxaneyên çeteyên DAIŞ'ê ketin destê şervanan.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, çeteyên DAIŞ'ê duh bi şev hewl dan êrîşî xaçerêya El Şerîa bikin. Li ser bersiva şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê şer qewimî û bi qasî 4 saetan dewam kir.

Di dawiya vî şerî de êrîş hat şikandin û di encama xebatên lêgerînê de 13 çekên kalaşnîkov, 3 rext û 21 şarjorên wê, 3 çekên BKC, 2 çekên B-7, 10 bombeyên destan û 2 bêtêl ên çeteyan hatin bidestxistin.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, li navenda bajêr operasyonên xwe yên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê didomînin.