Li Şirnex, Colemerg û Amedê 'cejn'
Kurd ji ber sedema êrîşên komkuj ên AKP/Qesrê bi dilşikestî Cejnê pîroz dikin.
Kurd ji ber sedema êrîşên komkuj ên AKP/Qesrê bi dilşikestî Cejnê pîroz dikin.
Şirnexî ji ber sedema êrîşên komkuj ên AKP/Qesrê li deverên nêzî bajêr kon danîne û li benda wê rojê ne biçim malên xwe, ber destê sibehê seriyek dan konên cîran û cejn pîrozkirin. Ji ber sedema dorpêça bajêr gelê ku bi awayekî dilşikesî cejnê pîroz dike, gotin ew bi ser ketin ku dilşikestinê veguherînin berxwedanê. Zarokan serê sibehê bi cilên xwe yên rengoreng li konan geriyan û şekir dane hev.
Jinan gotin wan cejn veguherandina berxwedanê û ev diyar kirin: "Ji ber ku em ne li Şirnexê ne em bi awayekî dilşikestî cejnê pîroz dikin lê dîsa jî ji ber ku em yekîtî û bihevrebûna xwe xurt bikin me cejn pîroz kir. Em di cejnê de xemgîn bûn lê me xemgîniya xwe bi berxwedanê veguherand. Sibehî jî bi hemû cîranên xwe re em ê li Avga Masiyan piknîkê bikin. Em li ku derê jî bin em ê tim li pişt hev bin."
COLEMÊRG
Bi mebesta ku piştevaniya ji bo gelê Geverê nîşan bidin û cejnê li wir pîroz bikin jinên bi pêşengtiya KJA’yê ku ji Stenbolê bi rê ketin gihaştin bajêr. Çawa ku gihaştin bajêr jinan dest bi xebatan kirin û berê sibehê zad û şekirê ku di embara cemdindinê de bûn kirin pakêt û li gel belav kirin.
Yek ji dildaran Zozan Akyildiz got, "Em ji çapemeniya navendî tiştekî nabihîzin. Ji ber ku nadin me xwest bi çavê serê xwe van deran bibînin. Li vê derê banga min ji bo hemû jinan ev e; bila werin vir û piştgiriyê bidin însanên vê derê. Divê piştgirî bêhtir were xurtkirin"
AMED
Li Sûr a Amedê Cejna Remezanê weke rojeke ji rêzê derbas dibe. Ev roja ku zarok bi taybetî bê sebir li bendê bûn ku were û şekir bidin hev, niha li kuçeyên Sûrê hema bibêje qet zarok nîn in. Ji ber qedexe û dorpêça li gelek taxan zarokên ku nikarin li malan bigerin bi pereyên îdê ji xwe re çekên pêlîstok û torpîl kirine û li kuçeyan dilîzîn.
Zarokekî 13 salî yê bi navê O.K ku li kuçeya Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê dilîzî got, "Cejna çi? Ji ber şer gelek hevalên me ji Sûrê derketin. Li vir kesek nemaye."