Mejiyê AKP'ê yê restorasyonê: Banê Qesra Îshak Paşa bi camê girtin

Yek ji girîngtirîn berhemên dîrokî yên li Kurdistanê, Qesra Îshak Paşa ya li Bazîdê ye. AKP'ê li gorî xwe restorasyona vê derê kir û rabû ser banê Qesrê bi camê girt.

Pisporan dan xuyakirin, ku vê yekê xeml û rewşa qesrê xera kiriye û ew nikarin vê rewşê ji tûrîstan re vebêjin.

Wezareta Çand û Tûrîzmê ya Tirkiyeyê, di bin navê restorasyonê de banê Qesra Îshak Paşa ya li navçeya Agirî Bazîdê bi camê girt.

Ji bo vî karê xwe jî Wezaretê îdîa kiribû, ku bi vê sîstemê ve roj şewqa xwe dide qesrê û qesr ji ava baranê tê parastin.

Qesra Îshak Paşa, ku di sala 1658'an de karê çêkirina wê destpê kir û di sala 1784'an de qediya, ji bo Lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCO namzet hat nîşandan. Lê belê ji ber rastorasyona şaş a heta niha hatiye kirin, xeml û rewşa wê winda bûye.

Pispor dibêjin, bi restorasyona ji ber xwe ve, rewşa Qesra Îshak Paşa xera bûye û nepêkan e êdî ev avahî li rewşa xwe ya resen bê vegerandin.

Rêberê tûrîstan ê li Bazîdê Ahmet Kûrû da zanîn, bi restorasyonê re xemla qesrê xera bûye û ew nikarin ve rewşê ji tûrîstên biyanî re vebêjin.

Kûrû diyar kir, deh sal in ew rêbertiya ger û geştê dike û di dema dawî de restorasyonên bi vî rengî gelek caran hatiye kirin û got, "Beriya 4 salan ev karê restorasyonê destpê kir. Mîna yên din ev jî li gorî ûsila xwe nehat kirin. Qesra Îshak Paşa ji aliyê mîmarî ve ne kêmî Qesra Topkapi ye. Di nava şert û mercên roja îro de girtina banê qesrê bi camê, rê li ber nerazîbûna tûrîstan vedike. Dîmenekî gelekî nexweş e. Em nikarin vê restorasyona hatiye kirin vebêjin; ji ber ku ne karekî aqilane ye. Weqf îdîa dike ku ji bo parastinê hatiye kirin; lê pispor dibêjin restorasyon bi vî rengî nayê kirin. Bi pêvajoya şer ve eleqeya ji bo herêmê kêm bûbû. Tûrîstên biyanî yên tên jî, dema vê rewşa avahiya dîrokî dibînin, dibêjin ew ê careke din neyên. Em dixwazin Qesr derhal mîna rewşa xwe ya berê bê restorekirin."

...