PYD: Em hêvîdar in cejn bibe wesîleya aştiyê
PYD'ê peyamek bi wesîleya cejna Remezanê weşand û got, "Em hêvîdar in ev cejn wê dawî li kaosa li Sûriyeyê bîne û veguhere pêvajoya aştiyê."
PYD'ê peyamek bi wesîleya cejna Remezanê weşand û got, "Em hêvîdar in ev cejn wê dawî li kaosa li Sûriyeyê bîne û veguhere pêvajoya aştiyê."
Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi wesîleya cejna Remezanê daxuyaniyek nivîskî li ser malpera partiyê ya fermî weşand û tê de Cejna Remezanê li cîhana Misilman pîroz kir.
Peyama PYD'ê wiha ye:
"Em cejna Remezanê li hemû malbatên şehîdan pîroz dikin. Di kesayeta wan de li hemû gelê kurd, hemû pêkhateyên Rojava – Bakurê Sûriyeyê, gelên Sûriyeyê, Rojhilata Navîn û cîhanê pîroz dikin. Hêvî dikin ku ev cejn bibe cejna dawiyê ku Sûriye di nav aloziyê de pêşwazî dike. Em hêvîdar in ev cejn wê dawî li kaosa li Sûriyeyê bîne û veguhere pêvajoya aştiyê.
Em ji cîhanê re misoger dikin ku kom û rêxistinên teror ên ku rejîmên herêmî destek didin wan û xwe weke nûnerên Îslamê nîşan didin, ti têkiliya wan bi Îslama demokratîk re nîne.
Bi vê munasebetê em careke din nirxên jiyana hevbeş û biratiya gelan a ku Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê nûnertiya wê dike tînin ziman. Projeya Sîstema Federaliya Demokratîk wê aloziya Sûriyeyê çareser bike. Mozaîka civaka Sûriyeyê biparêze û bibe çarenûsa hemû pêkhateyên herêmê.
Di dawiyê de car din cejna Remezanê li parêzvanên welat û hemû pêkhateyên Sûriyeyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi hemû hêzên girêdayî wê pîroz dikin. Bi taybet em li jinên şoreşger û têkoşîner ên bi azadiya xwe û azadiya civakê bawer in pîroz dikin."