YPG: Li Şedadê 21 çete hatin kuştin

YPG'ê diyar kir, di şerê li Şedadê yê ji ber êrîşa çeteyên DAIŞ'ê derket de 21 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin û cenazeyên 13 ji wan di destê hêzên wan de ne.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, li ser şerê li Şedadê yê di şeva 3'ê Tîrmehê de ji ber êrîşa çeteyan rû da, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, çeteyan şeva 3'ê Tîrmehê êrîşî gundê Malha yê li başûrê bajarokê Şedadê ye kirine û hat gotin, "Şerê saet di 03:00 de destpê kir, heta saet 11:00 ê nava rojê dewam kir. 2 wesayîtên bombebarkirî yên çeteyan ji dûr ve ji aliyê hêzên me ve hatin teqandin. Di vî şerî de hêzên me derbên giran li çeteyan xistin."

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, bi qasî ku hatiye tespîtkirin di vî şerî de 21 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin û cenazeyên 13 ji wan di destê hêzên wan de ne.