Artêşa Tirk êrîşî qadên gerîla kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku qereqola Grana ya artêşa Tirk ku girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê ye, bi navber Tepê Xwedê da ber obus û hewanan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê destnîşan kir ku pêgerên hewayî yên keşfê yên artêşa Tirk li ser herêmên Xakûrkê û Qendîl-Zapê geriyane.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, ragihand ku ji qereqola artêşa Tirk qada Tepê Ortê bi awayekî giran bi obus û hewanan hatiye bombekirin. HPG’ê têkîldarî êrîşan ev agahî parve kirin: “5'ê Tîrmehê saet di navbera 02:30-05:30 de, qereqola Grana ya li navçeya Colemêrg Şemzînanê obus û hawan avêt herêma Girê Xwedê.

Danê vê sibehê, ji saet 05:00 û pê ve qereqola Oremarê ya li geverê obus û hawan avêt herêma Şehîd Rahîme. Liv û tevgera hewayî ya keşfê li vê herêmê dewam dike.

Liv û tevgera balafirên keşfê, ku di 3 û 4'ê Tîrmehê de li herêma Xakurê û di 4'ê Tîrmehê de jî li herêmên Qendîl-Zap-Heftanînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê destpê kir, dewam dike.

Roja 4'ê Tîrmehê saet di navbera 08:00-09:00 de, qereqola artêşa TC a li nahiya Kanîmasî ya li Duhok-Amediyê ye, obus û hawan avêt herêma Girê Ortê. Ji ber vê bomberdûmanê şewat derket û şewat hê venemiriye.

Roja 23'ê Hezîranê, artêşa TC li bejahiya Çemçê ya navçeya Qers Qaxizmanê operasyonek da destpêkirin.”