Li Rojava pîrozbahiyên cejnê hatin betalkirin, 3 rojan şîn hat îlankirin

Ji bo bîranîna kesên duh êvarê di êrîşa bombeyî ya li Hesekê de jiyana xwe ji dest dan û sivîlên li Minbicê hatin qetilkirin, pîrozbahiyên cejnê hatin betalkirin. Meclîsa gel a Hesekê ji bo 3 rojan şîn îlan kir.

Koordînasyona Kantonên Rojava (Cizîr, Kobanê û Efrîn), ji ber komkujiya ku çeteyên DAIŞ’ê li Minbicê pêk anîn û êrîşa xwekujiyê ku li Hesekê pêk hat û di encamê de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn, daxuyaniyek da û ragihand ku hemû rengên pîrozbahiyên Cejna Remezanê, hatin betalkirin.

Daxuyaniya koordînasyonê wiha ye:

"Em weke Koordînasyona Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava, radigihînin ku ji bo rêzgirtina li hemberî giyanê kesên ku di komkujiya Minbicê û êrîşa xwekujiyê ya li Hesekê pêk hat de jiyana xwe ji dest dan, hemû rengên pîrozbahiyê yên Cejan Remezanê, hatin betalkirin.

Em bang li gelên xwe yên Rojava dikin ku li dora malbatên qurbaniyan kom bibin, serdana goristanên şehîdan ên li hemû bajaran bikin. Her wiha serdana birîndaran jî bikin û eger pêwîst be, alîkariya xwînê  bidin."

3 ROJAN ŞÎN HAT ÎLANKIRIN

Meclîsa gel a Hesekê jî ji ber êrîşan ji bo 3 rojan şîn îlan kir.